Li Başûrê Kurdistanê 23 jinan cihê xwe di parlamentoyê de girtin

Li gorî encamên destpêkê yên ku Komserıya Bilind a Hilbijartinên Iraqê eşkere kirine, ji nava partiyên Başûrê Kurdistanê 23 jin ji bo parlementoya Iraqê hatine hilbijartin.

Li Başûrê Kurdistanê 23 jinan cihê xwe di parlamentoyê de girtin
11 cotmeh, 2021   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî encamên destpêkê yên Komseriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê, li parêzgehên Başûrê Kurdistan û Iraqê partiyên Kurd 63 kursî di parlamentoyê de wergirtin. Ji nav wan 23 jin in. Ev jî cara yekem e ewqas jin di nava partiyên Kurd de ji bo parlementoya Iraqê tên hilbijartin. Sedema vê yekê jî guherîna sîstema hilbijartinan e.

Li gorî vê;

Hewlêr; 6 jin

Dihok; 4 jin

Silêmanî; 7 jin

Kerkûk; 2 jin

Ninowa; 3 jin

Diyale; 1 jin