Êzidiyên Sûriyê: PADÊ nûnerê rasteqîn ê êzidiyan e

Êzidiyên Sûriyê piştgiriya xwe bi namzetê PADÊ re nîşan dan û got: " Nazmetê PADÊ Semîr Derwêş dê nûnertiya deng, dîrok û pêşeroja civaka êzidî bike."

Êzidiyên Sûriyê: PADÊ nûnerê rasteqîn ê êzidiyan e
9 cotmeh, 2021   03:08
NAVENDA NÛÇEYAN-HENAR ÎBRAHÎM-HENAN MIHEMED

10’ê Cotmehê hilbijartinên parlamentoya Iraqê dest pê dikin. Gelek partiyên siyasî û kesayetên serbixwe beşdarî hilbijartinan bûne.

Partiya Azadî û Demokrasiy Êzidiyan (PADÊ) mîna partiyên siyasî yên li Iraqê bi rêya nazmetê xwe Şêx Semîr Derwêş amadekariya hilbijartinan dike. Xelkê Şengalê û êzidiyên derve piştevaniya namzetê PADÊ dikin da ku nûnertiya wan di parlemantoya Iraqê de bike.

PADÊ yekemîn partiya siyasî ya êzidiyan e ku bi awayekî fermî destûr ji Wezareta Hundirîn a Iraqê wergirtiye û mafê wê heye ku nûnertiya êzidiyan li Iraqê bike.

ÊZIDIYÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN NAMZETÊ PADÊ

/kr/uploads/files/2021/10/08/200729_-2.webp

Endamê Mala Êzidiyan a li Sûriyê Mehmûd Reşo got: "Şêniyên me yên li Şengalê di rewşên dijwar re derbas bûn, ji qetilkirin, penabertî, koçberî û sûcan û her tim di dîrokê de rastî îxanetê dihatin. Lê heta roja îro nikarî nûnertiya xwe di parlamentoya Iraqê de bikin."

Reşo bi bîr xistin piştî rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê û revandina hêzên PDK'ê, xelkê Şengalê rêveberiya xweser ava kir û got: "Şêniyên Şengalê kî nûnerî di parlamentoya Iraqê de vebijêrin em piştevaniya wî dikin. Ji ber ku dê bibe nûnerê rastîn û berdevkê êzidiyan."

Reşo destnîşan kir ku nûnerekî êzdiyan bi navê Şêx Semîr Derwêş heye ku namzekî ji PADÊ’ yê û dê nûnertiya deng, dîrok û pêşeroja civaka êzidî bike.

'NAZMETÊN DIN ÊN ÊZIDÎ JI PDK’Ê KAR DIKIN'

Reşo eşkere kir ku nazmetên dîtir ên êzidî xizmeta Şengalê nakin, lê belê li kêlek kesên ku dev ji Şengalê berdane disekinin û ev tişt anî ziman: "Ew tevahî ji bo berjewendiyên PDK’ê dixebitin."

Li gorî Reşo, êzidiyên li Sûriyê hêviyan bi namzet Şêx Semîr Derwêş ve girê didin û di hilbijartina wî ya parlamentoya Iraqê de nûnertiya vîn û xwestên şêniyên Şengalê dibînin.

Mehmûd Reşo got: "Bi serketina Şêx Semîr Derwêş di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de dê dengê êzidî û xwestekên wan bigihîne parlamentoyê, her wiha dê sûcên li dijî civaka êzidî jî bigihîne parlamentoyê."

Li ser armancên hêzên PDK’ê yên ketina Şengalê, Mehmûd Reşo eşkere kir ku armanca wan şikandina vîna şêniyên herêmê ye û da ku Şengal li gorî berjewendiyên partî û armancên wan were birêvebirin.

'JI BO AFIRANDINA ALOZIYAN HEWL DIDE BIKEVE ŞENGALÊ'

/kr/uploads/files/2021/10/08/200643_-.webp

Endama Mala Êzidiyan a Helebê Roşîn Mûsa jî besha siyasetên PDK’ê yên li dijî Şengalê kir û wiha got: "Hewldanên PDK’ê yên ketina Şengalê bi hêza çekê, nexasim di pêvajoya amadekariyên hilbijartinên parlamentoya Iraqê de ji bo afirandina alozî û nakokiyan e."

Roşîn Mûsa wiha domand: "Ji dîrokê ve PDK’ê xeta îxanetê dimeşîne da ku berjewendiyên dewletên dijberî doza pêk bîne. Ev siyaset jî plankirî ne û nakevin xizmeta berjewendiyên gelê Kurd."

Roşîn Mûsa behsa fermana dawî ya sala 2014'an a li dijî êzidiyên Şengalê kir û got: "Çeteyên DAIŞ’ê bi zanabûn êzidî qetil kir û hemleyên qirkirinê li dijî wan meşandin û hîna jî bi hezaran jinên revandî hene. Li gel wê jî çeteyên DAIŞ’ê bi zorê olê îslamê li ser êzidiyên Efrînê ferz kir."

‛PDK’Ê NÛNERTIYA VÎNA ÊZIDIYAN NAKE’

Li ser berxwedana şêniyên Şengalê li hember çekdarên PDK’ê Roşîn Mûsa ev tişt anî ziman: "Şêniyên Şengalê ji biçûk heya mezinên xwe berxwedanekê li pêşber çekdarên PDK’ê raber dikin û nahêlin ew derbas Şengalê bibin. Ji ber ew bawer in ku PDK’ê nûnertiya vîna wan nake û nikare xwe biparêze. Em vekişîna wan di dema êrişên DAIŞ’ê de ji bîr nakin."

Roşîn Mûsa wiha berdewam kir: "Piştî fermana qirkirinê şêniyên Şengalê karî careke din birînên xwe bipêçanda, xwe bi rêxistin bikira û rêveberiya xwe ya xweser ragihanda, hebûn û xaka xwe biparasta."

Roşîn Mûsa îşaret bi hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên 10’ê Cotmehê kir û da zanîn ku ew hilbijartin demokrat û azad in û dê şêniyên Şengalê nûnerê xwe hilbijêrin, ji ber ew xwediyê xakê ne.

‛PADÊ NÛNERTIYA CIVAKA ÊZIDÎ DIKE’

Roşîn Mûsa piştrast kir ku serketina PADÊ’ di parlamentoyê de dê nehêlibe komkujiyên li dijî êzidiyan dubare bibin.

Roşîn Mûsa bang li êzidiyên Şengalê kir ku nazmetê xwe Şêx Semîr Derwêş hilbijêrtin, ji ber nûnertiya civaka êzidî dike û dê dengê wan bigihîne parlamentoya Iraqê.

Endama Mala Êzidiyan a Helebê Roşîn Mûsa diyar kir ku dê têkoşîna xwe ji bo parastina hebûn û destkeftiyan bidomînin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em nahêlin careke din dîroka îxanetê li dijî civaka êzidî dubare bibe û em ê bihêlin dîrok ji bo civaka êzidî bibe ya azadî, demokrasî û aştî."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MdiL4HYuURQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>