ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-10-2021
8 cotmeh, 2021   23:00

-Bi wesîleya salvegera 23'an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û salvegera 2'yemîn a êrişên dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan tên lidarxistin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevalê Nelson Mandela, Ebrahîm Îsmaîl Ebrahîm diyar kir ku rêbertî û fikrên rêber Abdullah Ocalan dê hemû gelan azad bikin û got “Têkoşîna wî ya azadiyê ne tenê ji bo gele Kurd e, ji bo hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên QSD û YPJ'ê soz da ku ew ê şopdarên rêber Abdullah Ocalan bin heta ku azadiya wî ya fîzîkî û rizgarkirina herêmên dagirkirî pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela Elî got, mana koçberan li kampê tevî astengiyan bi xwe berxwedanek ta ku vegerên warên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker di nava 2 salên dagirkeriya xwe li kantona Girê Spî de, encamên xirab û ziyanên mezin di hemû qadên jiyan û xizmetguzarî de bi xwe re anî. Hevserokê kantona Girê Spî jî li ser vejandina DAIŞ`ê li wê herêmê hişyarî da. Koçberan jî bang li civata navneteweyî kir ku vegereke ewle ji wan re peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê QSD`ê diyar kir ku herêmên dagirkirî bûne jêdera terorê û heta ku hesab ji dagirkeran neyê xwestin dê rewş xirabtir bibe. Her wiha destnîşan kir ku rizgarkirina van herêman dozeke ku ew ê dev jê bernedin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Zubeyde Zumrut diyar kir ku PDK ji bo berjewendiyên xwe Başûrê Kurdistanê li ber dewleta Tirk a dagirker vekiriye û got divê gelê Kurd ji PDK'ê hesab bixwaze. (BI WÊNE).

- Êzidiyên Sûriyê piştgiriya xwe bi namzetê PADÊ re nîşan dan û got: " Nazmetê PADÊ Semîr Derwêş dê nûnertiya deng, dîrok û pêşeroja civaka êzidî bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA