Sûcên dagirkeran yên du salên dawîn li Girê Spî

Dewleta Tirk a dagirker di nava 2 salên dagirkeriya xwe li kantona Girê Spî de, encamên xirab û ziyanên mezin di hemû qadên jiyan û xizmetguzarî de bi xwe re anî. Hevserokê kantona Girê Spî jî li ser vejandina DAIŞ`ê li wê herêmê hişyarî da. Koçberan jî bang li civata navneteweyî kir ku vegereke ewle ji wan re peyda bikin.

Sûcên dagirkeran yên du salên dawîn li Girê Spî
Sûcên dagirkeran yên du salên dawîn li Girê Spî
Sûcên dagirkeran yên du salên dawîn li Girê Spî
Sûcên dagirkeran yên du salên dawîn li Girê Spî
Sûcên dagirkeran yên du salên dawîn li Girê Spî
Sûcên dagirkeran yên du salên dawîn li Girê Spî
9 cotmeh, 2021   01:50
EYN ÎSA

Di 9’ê Cotmeha  2019’an de dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di encamê de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û gundewarê wan dagir kirin.

Di nava du salên dagirkeriyê de, dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê kiryarên herî xirab wekî kuştin, koçberkirin, talankirina mal û milkên wan, sûcên din ên li dijî qanûnên navneteweyî li dijî sivîlan pêk anîn. Her wiha bi rêya koçberkirina niştecihên resen û bicihkirina malbatên DAIŞ`ê li şûna wan demografiya herêmê guhert.

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve, bêtirî 100 hezar niştecihên resen bi darê zorê koçber bûn û niha jî li bajarên Reqa, Tebqa û gundewarên wan belav bûne. Ji ber şert û mercên jiyanî û aborî yên dijwar êş û zehmetiyan dikişînin.

Li kampa koçberên Girê Spî ya li nêzî gundê Til El-Semin ê  bakurê Reqayê ku di 22'yê Mijdarê sala 2019'an de ji aliyê meclisa navçeyê ve hatiye avakirin, 6 hezar û 30 koçber hene.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû mal û milk û şêniyên kantonê desteser kirin.

Dewleta Tirk bi armanca birçîkirina gel hemû berhemên ku di ambarên kantonê yên El-Dehlîz û El-Saxrat de û yên din de talan kirin û veguhestin Tirkiyê. Her wiha bi dehan dibistan girtin û kirin baregehên leşkerî, wekî dibistana El-Elî Bacliyê, Kafîfa û yên din. Bi vî awayî bi hezaran xwendekar ji xwendinê bêpar hiştin.

Dewleta Tirk her tim hewl dide bi sûcên xwe nasnameya gelên herêmên ku dagir kirine ji holê rake. Ji ber vê yekê gelek şûnwarên arkeolojîk ên kantonê mîna Girê El-Dehlîz ê navçeya Silûkê, girê Sahlan ê gundê Xirbet El-Riz û 2 şûnwarên gundê Hemam Turkman ên bi navê Faw û Sebî El-Abyed kolandin.

SÛCÊN LI DIJÎ NIŞTECIHÊN RESEN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî niştecihên resen ên li herêmên dagirkirî didomînin. Ev sûcên berçav li dijî urf û adetên gelê herêmê ne ku taybetmendiya wê eşîrtî ye û girtina rûspiyan û jinan qedexe dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her tim şêx û rûspiyên eşîrên herêmê direvînin. Ajansa me di nava du mehên derbasbûyî de revandina 9 şêx û rûspiyên êlên El-bû Esaf ên li bajarokê El-Elî Bacliyê belge kir. Di nav de mezinekî bi xweşiya penceşêrê hebû. Her wiha di demên cuda de 7 jin ji bajarokê Hemam Turkman hatin revandin, di nav de jineke 40 salî û zarokekî wê jî hebûn. Tevî hemû hewdanên rûspiyan jin nehatin berdan.

Ji dema dagirkirina Girê Spî ve, bi sedan bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê yên ku piştî têkçûna wan li hember Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) reviyan Tirkiyê, derbasî Girê Spî bûn û malbatên xwe jî lê bi cih kirin, wekî  çeteyên girêdayî Mûsab Bedir ku di teqîna cereya gazê de hatî kuştin, El-Bilo û El-Eqar û endamên din ên DAIŞ'ê  ku berî birevin Tirkiyê sûcên dûrî mirovahiyê li dijî gelên herêmê kirin.

/kr/uploads/files/2021/10/08/201056_-_1.webp

Hevserokê Meclisa Navçeya Girê Spî Hemîd El-Ebid di hevpeyvînekê li gel ajansa me de got: "Dewleta Tirk ji dema dagirkirina Girê Spî ve hemû sûc, wekî kuştin, koçberkirin, talankirina milkên şêniyan li dijî gelê me yê li herêmên dagirkirî pêk anîn. Ev hemû binpêkirin li pêş çavê hemû cîhanê pêk tê ku heye niha tu helwest nîşan nedaye."

El-Ebid got: “Şêniyên herêmên dagirkirî li hember sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bêdeng nam. Gelê herêmê. Ew her tim bi armanca şermezarkirina wan sûcan derdikevin. Divê qet serî ji van sûcan re netewînin. Ji ber ku dagirkirî tenê bi hêzê û berxwedana xwediyên erd dê ji axa ku dagir kiriye, derdikeve.”

El-Ebid hişyarî da ku DAIŞ`ê ji wê herêmê careke din zindî bibe û got: “Dewleta Tirk piştgiriyê dide vê terorê.  Di bin navê komeleyên pakistanî û kafkasî yên bi guman, dibistanên olî li herêmên dagirkirî vedike.”

Hemîd El-Ebid bi bîr xist ku terora DAIŞ` di destpêkê de ji navçeya Silûkê ya kantona Girê Spî derket, piştî ku dewleta Tirk rê da endamên tundraw ku ji sînorên wê derbasî Sûriyê bibin. Çek û cebilxane ji wan re pêşkêş kir.

Hevserokê Meclisa Kantona  Girê Spî bang li civata navneteweyî kir ku zextê li ser dewleta Tirk bike da ku vegera koçberan a li warên xwe misoger bike.

KOÇBERÊN GIRÊ SPÎ: EM JI BÎR NAKIN KU AXA ME HATIYE DESTESERKIRIN Û DIVÊ EM DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN

Koçber her tim bi rêya tevlêbûna xwe di çalakiyan de ku ji hêla meclisa kantona Girê Spî ve têne lidarxistin, diyar dikin ku ew vê dagirkeriyê şermezar dikin. Koçber piştrast dikin ku ew dev ji vegerê bernadin lê bi şerta ku dagirkerî ji warên wan derkeve.

Koçbera bi navê Fatme El-Mihemed li Kampa Girê Spî dimîne got: "Min tu carî ji bîr nekiriye ku artêşa Tirk û çeteyên wê yên sûrî ax û malê min dagir kirine. Wan çeteyan ji bo pereyan xwe û welatê xwe frotin."

Fatme El-Mihemed wiha lê zêde kir: "Her roj ez ji zarokên xwe re dibêjim ku jiyana me li vê kampê ji bo demeke kurt e û divê em vegerin mala xwe."

/kr/uploads/files/2021/10/08/201022_-.webp

Koçberê bi navê Ehmed El-Hesen got ew û hemû kesên di kampê de rojane qala bîranînên xwe yên li kantona dagirkirî û vegera li wê dikin.

El-Hesen got: "Em bi darê zorê û ji ber bombebarana bêserûber ji herêma xwe derketin. Lê em ê ji bo vegera axa xwe û têkbirina dagirkeriyê hewldanên mezin bikin."

/kr/uploads/files/2021/10/08/201041_-.webp

Fatme û Ehmed bang li civata navneteweyî kirin ku ji bo misogerkirina vegera wan destwerdanê bike û dagirkeriyê ji axa wan derxne.

(dx)

ANHA