Xwepêşandêrên li Sêmalka: Neradestkirina cenazeyên gerîla kirineke bêexlaqî ye

Xwepêşandana li nêzî dergehê Sêmalka di roja sêyemîn de dewam dike. Xwepêşandêran banga bilindkirina têkoşînê kir, da ku sînorekî ji xiyaneta PDK'ê ve re deynin û teqez kir ku neradestkirina cenazeyên gerîlayan, kirineke bêexlaqî ye.

Xwepêşandêrên li Sêmalka: Neradestkirina cenazeyên gerîla kirineke bêexlaqî ye
7 cotmeh, 2021   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên herêma Cizîrê li dijî xiyaneta PDK'ê û ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên HPG`ê, di roja sêyemîn de li nêzî dergehê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de xwepêşandana xwe didomînin.

Li gorî daxuyaniya HPG'ê, di 28-29'ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê dema komeke gerîla ya ji 7 kesan ji herêma Qendîlê ber bi Behdînanê ve diçûn, ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatin hedefgirtin. gropek ji 7 şervanên Gerîla kirin armanc. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, tê texmînkirin ku gerîlayek bi birîndarî dîl ketiye destê PDK`ê, her wiha gerîlayek bi saxî vegeriyaye.

Welatiyê bi navê Hisên Remedan derbarê xiyaneta PDK'ê de got: “Divê em bibin yek û vê xiyaneta ku PDK'ê bi hevkariya hêzên Tirk ên dagirker dimeşîne, têk bibin. Zarokên me bi destên wan şehîd bûn, cenazeyên zarokên me radestî me nakin, ev karekî bêexlaqî ye. Em qebûl nakin PDK'ê bibe amûrek ji bo hedefgirtina gerîlayan ên ku îradeya me temsîl dikin.”

Remedan wiha lê zêde kir: "Roj bi roj PDK'ê bi sûcên xwe xiyaneta li dijî Kurdan îsbat dike, ev yek nayê qebûlkirin. Em ê ji bo têkbirina projeyên wan têbikoşin, em bang li tevahî gelê li başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî vê xiyanetê serî hildin û van kiryaran qebûl nekin. "

Welatiya bi navê Wesîla Mihemed jî diyar kir ku hovîtiya dewleta Tirk tevahî sînor derbas kirin û wiha pê de çû: “Kurd ne mîna berê ne. Ew xwedî îrade ne, lê pêwîstiya wan bi hevgirtin û yekbûnê heye. Divê berî her tiştî,  PDK'ê qebûl nekin.”

Wesîla destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî zarokên wan nayê qebûlkirin û got armanc tasfiyekirina hebûna Kurdan e.

Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, roja sêşemê tevî bi sedan malbatên şehîdan konê xwepêşandanê veda. Hêjayî bibîrxistinê ye ku konê çalakiyê dê heta ku cenazeyên herdu şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî werin radestkirin, bidome.

(dx)

ANHA