‛Pêla 4’emîn a Koronayê pir xeter e, divê şênî xemsar nêz nebin’

Pisporê testa vîrusa Koronayê di nexweşxaneya El-Kesra ya gundewarên rojavayê Dêrazorê de bang li hemû şêniyan kir ku bi xemsarî nêzî pêla 4’emîn a vîrusa Koronayê nebin ji berk u hemû beşên civakê pê dikevin.

‛Pêla 4’emîn a Koronayê pir xeter e, divê şênî xemsar nêz nebin’
7 cotmeh, 2021   07:01
DÊRAZOR – ELÎ EREB

Li herêmên Dêrazorê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê zêde dibe, nexasim li herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî wan de. Di daneyên kevin û nû de hate zelalkirin ku vîrus bi awayekî zêde di nava wan de belav dibe, nemaze kesên ku ji derve derbasî Sûriyê dibin bêyî ku test ji wan re werin çêkirin.

Heger rêjeya pêketiyan li gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê kêmtir be jî, lê dîsa jî paşguhkirina şêniyan û nepêkanîna tedbîrên pêwîst dibin sedem ku şênî bi vîrusê kevin. Lê berpirsê testa vîrusa Koronayê yê di nexweşxaneya El-Kesra ya gundewarên rojavayê Dêrazorê de Xelîl El-Salih destnîşan kir ku vîrus dê bandorê li hemû beşên civakê bike.

Xelîl El-Salih ji şêniyan xwest ku bi xemsarî nêzî rewşa heyî nebin, heger nîşane li ser wan xuya kir divê berê xwe bidin bijîşk yan jî nexweşxaneyekê, testan çêbikin da ku tu kes ji malbat, heval û cîranên wan jî pê nekevin.

Xelîl El-Salih diyar kir ku dema ku guman li ser kesekî hebin û diçe nexweşxaneyê, test jê re tê çêkirin, lê heya ku encama testê derdikeve, ew kes dikeve karantîneyê, ji bo ku ger pê ketibe, kesên din jî pê nekevin.

Xelîl El-Salih piştrast kir ku di nexweşxaneya El-Kesra de di hefteyê de ji 50 heta 70 test têne çêkirin û teqez kir ku heger rewş bi vî awayî dewam bike û şênî tedbîran pêk neynin dê hejmar zêdetir bibe.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5gytsWkV6v8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>