Şert û mercên tecrîdê li ser tenduristiya rêber Ocalan xeteriyê çêdikin

Berdevka Komîteya Ekolojî ya Kongreya Star a Rojavayê Kurditanê got ku tecrîda girankirî ji bo dûrxistina rêber Ocalan ji qadên şoreşê ye û da zanîn ku erdnîgariya Îmarliyê û şert û mercên girtîgehê li ser rewşa tendursitî ya rêber Ocalan xeteriyê çêdikin.

Şert û mercên tecrîdê li ser tenduristiya rêber Ocalan xeteriyê çêdikin
7 cotmeh, 2021   06:35
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Ji sala 1999`an û vir ve li ser rêber Abdullah Ocalan tercîdeke girankirî tê meşandin. Rêber Ocalan herî dawî 25`ê Adarê bi birayê xwe re bi telefonê axivîbû lê hê axaftinê dom dikir, telefon hatibû birîn. Ji wê demê ve agahî ji rêber Ocalan nayên girtin.

Têkildarî mijarê, berdevka Komîteya Ekolojî ya Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Rîhan Temo ji ajansa me re axivî û diyar kir ku piştî destpêkirina Şoreşa Rojava tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir bû û wiha domand: “Rêber Ocalan ne wekî kesekî normal hedef hat girtin; lê belê ji ber ku xwedî li têkoşîna gelên têkoşer ên li dijî sîstemên kapîtalîst û dagirker li ber xwe didin derdikeve, hate hedefgirtin.”

TECRÎDA GIRANKIRÎ, DÛRXISTINA JI QADÊN ŞOREŞÊ YE

Rîhan Temo da zanîn ji ber ku rêber Ocalan ji bo aştî, dîmokrasî û mafê gelan têdikoşe, ji ber wê yekê rêxistinên qaşo îdiaya parastina mafê mirovan dikin û hêzên navneteweyî yên ku destên wan di komplo de heye, bi dewleta Tirk re bi demê re tecrîdê girantir dikin. Rîhan wiha dewam kir: “Ji ber wê sedêm dixwazin rêber Ocalan ji qadên şoreşê dûr bixin û di navbera wî û gel de qutbûnekê çêbikin.”

Ruxmî serlêdana parêzer û malbata rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê jî, lê belê ji 2019`an û vir ve hevdîtinên bi rêber Ocalan re hatine qedexekirin.

Rîhan Temo destnîşan kir ku rêber Ocalan bi berxwedana xwe ya ku zêdetirî 22 sal in dewam dike, planên wan vala derxistine û got: “Rêbertî girtîgeha Îmraliyê ji bo hemû cîhanê veguherandiye navenda demokrasi û aşîtiyê.”

LI ÎMRALIYÊ MIROV NIKARE NEFESEKE SAXLEM BIKŞÎNE

Berdevka Komîteya Ekolojî ya Kongreya Star Rîhan Temo da zanîn ku mirov parçeyekî xwezayê ye û divê her dem tavê bibîne û nefeseke paij bikişîne. Ev pêwîstiyên mirov in da ku karibe bi awayekî tendurist jiyan bike ye.

Rîhan Temo bal kişand ser şert û mercên Îmraliyê û got, ji ber erdnîgariya Îmraliyê ya di nava deryayê de, şert û mercên jiyanê lê peyda nabin û wiha got: “Me dît di salên dawîn de darên derdora girava Îmraliyê hatin birîn. Şert û mercên hewayê yên ku li wê deverê hene wekî ritubet (şilî), kêmbûna tavê, rengê boyaxa odeya ku lê dimîne û tunebûna hemû faktorên ku jiiyaneke bi tendurist ji mirovan re peyda dikin an jî mirov pê bikaribe nefeseke saxlem bikişîne, metirsiyeke mezin li ser jiyana rêber Ocalan çêdikin. Ev rewşeke metirsîdar e.”

Di 27`ê Sibata 2020`an li girava Îmraliyê ya ku rêber Abdullah Ocalan 22 sal e lê girtî ye, şewat derketibû.

Rîhan Temo da zanîn ku di rewşa Koronayê de jî bi derketina şewata li Îmraliyê re û negirtina agahiyan li ser rewşa rêber Ocalan, fikarên gel zêdetir kirin.

DIVÊ CPT GAVÊN PRATÎK BIAVÊJE

Rîhan Temo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev 22 sal in rêber Abdullah Ocalan ji hemû mafên sereke yên girtiyan û şert û mercên jiyaneke normal û bi tendurist hatî bêparhiştin, nexasim ku temenê wî yê mezin jî bandore dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Banga me ji bo CPT heye ku di demeke nêz de ji bo zelalkirina rewşa tendirustî ya rêber Ocalan gavên pratîk biavêje.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-n4kz8xJA8o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>