Çeteyên dewleta Tirk jineke ku bi garantiya ENKS'ê vegeriya Efrîn, revandin

Çeteyên dewleta Tirk jinek ji gundê Dêriswanê ya navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî, dema ku gihaşt gund, revandin.

Çeteyên dewleta Tirk jineke ku bi garantiya ENKS'ê vegeriya Efrîn, revandin
6 cotmeh, 2021   13:20
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiya bi navê Eyşe Nesan (50) ji gundê Dêriswanê ya navçeya Şera, revand.

Çavkanî piştrast kir ku ENKS'ê garantiyên deraw da welatiya bi navê Eyşe Nesan, da ku vegere gundê xwe. Dema ku gihaşt gund yekser ji aliyê çeteyan ve hate revandin û ber bi girtîgeha çeteyan a bajarê Ezazê hate birin.

Çavkanî destnîşan kir ku çeteyan li Eyşe Nesan ferz kir ku kurê xwe radestî wan bike ji bo ku wê serbest berdin.

(dm)

ANHA