Hêzên Hikumeta Şamê deverên li çiyayê Zawiyê topbaran kir

Hêzên Hikumeta Şamê îro bi moşkan deverên li çiyayê Zawiyê ya gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir. Li aliyekî din balafirên keşfê li asîmanên Sehl El-Xab, çiyayê Zawiyê û çiyayê Ekrad digere.

Hêzên Hikumeta Şamê deverên li çiyayê Zawiyê topbaran kir
6 cotmeh, 2021   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), Hêzên Hikumeta Şamê îro herêmên bêçek topbaran kir û deverên Fitêra, Sifohin, Filêfil û Biyenîn a çiyayê Zawiyê ya gundewarên başûrê Idlibê hedef girt.

Balafirên Keşfê li asîmanên Sehl El-Xab,çiyayê Zawiyê û çiyayê Ekrad digere.

SOHR'ê duh destnîşan kir ku Hêzên Hikumeta Şamê bi çekên giran herêmên bêçek topbaran kir. Her wiha gelek top bi ser eniyên gundên Kefer Noran, Teqad, Kefer Eme û Meklebês a gundewarên rojavayî Helebê hedef girt.

Têkildarî wê, çeteyên dewleta Tirk baregeh û Kombûna Hêzên Hikumeta Şamê li eniyên bajarê Seraqib û Melacê ya gundewarên Idlibê, gundewarên Tencere ya Sehl El-Xab a rojavayê Hemayê û gundewarên Arnaz a gundewarên rojavayê Helebê hedef girt. 

(dm)