​​​​​​​HPG'ê dîmenê bersivana helîkopterên dagirkeriya Tirk weşand

HPG'ê dîmenê destwerdana gerîla ya li helîkopterên dagirkeriya Tirk ku hewl didin gundên Hirorê û Kêste bombebaran bikin, weşand.

​​​​​​​HPG'ê dîmenê bersivana helîkopterên dagirkeriya Tirk weşand
6 cotmeh, 2021   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN 

Gerîla TV dîmenê destwerdana hêzên gerîla ya li helîkopterên êrişê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî dabû:

"2'ê Cotmehê saet di navbera 20:20 – 21:00 de hêzên me li helîkopterên êrişê xistin ku van helîkopteran dixwestin bombeyan li gundên Hirorê û Kêste bibarînin. Di encama destwedana hêzên me de helîkopterên êrişê neçar man ji herêmê vekişin."