Mele Eyûb: Dewleta Tirk destpêkê binesaziya herêmê û dibistanan topbaran dike

Hevserokê Meclisa Til Temirê Mele Eyûb diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk, zirarên mezin gihîştine milkên şêniyan û avahiyên giştî jî wêran bûne. Her wiha piştrast kir ku şênî baş dizanin ku dewleta Tirk hewl dide wan bide koçberkirin.

Mele Eyûb: Dewleta Tirk destpêkê binesaziya herêmê û dibistanan topbaran dike
6 cotmeh, 2021   09:42
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve di dawiya sala 2019`an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî sînorên navçeya Til Temirê bi cih bûn. Ji wê demê ve êrişî gundên navçeyê dike û ji 2`yê Tebaxê ve êriş zêde bûn.

Tevî ku hêzên Rûsyayê wek hêzên garantorê lihevkirina agirbestê li herêmê ne, lê dewlet gundên navçeyê bi moşek û çekên giran topbaran dike. Di encamê de binesaziya wan gundan, avahiyên perwerdeyê û bi sedan malên sivîlan wêran bûn.

‘DI TEBAX Û ÎLONÊ DE ÊRIŞÊN LI DIJÎ TIL TEMIRÊ ZÊDE BÛN’

Hevserokê meclisa navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb ji ajansa me re axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî herêmê di mehên Tebax û Îlonê de zêde bûn. Dagirkeriyê bi cureyên cuda yên çekên giran gundên li eniyên şer û gundên Asûriyan ji aliyên bakur û başûrê rojavayê rêya M4 ve topbaran dike.”

Mele Eyûb diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca koçberkirina şêniyan di serî de malên sivîlan, binesaziya herêmê û avahiyên perwerdeyê topbaran dike, bi taybet gundê Derdara.

Mele Eyûb piştrast kir ku şêniyên herêmê fêm kiriye ku dewleta Tirk ji zêdekirina êrişan armanc dike şêniyan bide koçberkirin û wiha domand: “Dewleta Tirk û alîgirên wê şerekî taybet li dijî herêmê dimeşîne da ku ewlehiya wê têk bibe. Lê şêniyên Til Temirê vê yekê baş dizanin.”

‘HÊZÊN RÛSYAYÊ SOZÊN XWE BI CIH NEANÎN’

Têkildarî rola ku hêzên garantor ên li herêmê û helwesta wan, Mele Eyûb got: “Ji dema ku hêzên Rûsyayê li gundê Til Ehmer bi cih bûye, dewleta Tirk gelek caran baregeha wê topbaran kiriye. Lê hêzên Rûsyayê bê deng man. Em nizanin bê ka koordîne di navbera Rûsya û dewleta Tirk de heye yan na. Ji ber ku ruxmî hedefgirtina nuqteyên wê û yên hikumeta Şamê jî ew bê deng e.”

Di 19`ê Tebaxê de ji bo şermezarkirina bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şêniyên Til Temirê û navçeyên Dirbesiyê û Zirganê li pêşiya baregeha Rûsyayê kom bûbûn û bi efserên Rûs re civiybûn.

Têkildarî sozên ku hêzên Rûsyayê wê demê dane, Mele Eyûb got: “Wê demê me peyameke diyar da hêzên Rûsyayê ku divê bersiva wan êrişan bidin û rawestînin, ji ber ku hêzeke garantor e. Lê wê sozên xwe neanîn cih û êrişên dewleta Tirk ji berê dijwartir bûn.”

Hevserokê meclisa navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb di dawiyê de got: “Şêniyên navçeyê piştgiriya hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê dikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-OwkXrNRCmw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>