Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kir

Yekîtiya Jinên Ciwan ên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla şermezar kir.

Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kir
3 cotmeh, 2021   12:03
HELEB

Dewleta Tirk a dagirker ji 23'ê Nîsanê ve bi çekên giran û yên qedexe êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Dewleta Tirk di 5 mehên borî de 157 caran çekên kîmyewî û gazên jehrî bikar aniye.

Di vê çarçoveyê de, Yekîtiya Jinên Ciwan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi beşdariya bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li ber navenda wan a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd, daxuyaniyek ji raya giştî re pêşkêş kir.

Daxuyanî wiha ye: "Em êriş, bombebarana kîmyewî û sûcên dûrî mirovahiyê yên li çiyayên Kurdistanê tên kirin û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî faşîzma Tirk û sûcên wê, şermezar dikin.

Kesên ku bi mafên mirovan bang dikin li ku derê ne? Rêxistinên aştiyê yên cîhanî li ku derê ne? Dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî binpê dike û li Herêmên Parastinê yên Medyayê gazên jehrî bikar tîne, rojane jî ji hemû cîhanê re îsbat dike ku ew faşîst û bêexlaq e.

Em soz didin hevalên xwe yên li çiyayên Kurdistanê ku em ê li hember faşîzma Tirk mil bi mil li kêleka wan bin û li ser şopa wan bimeşin . "

Em sûcên dijminatiyê yê ku dewleta Tirk a faşîst a li çiyayên Kurdistanê û cihên ku gerîla lê dimînin dike, red dikin."

Daxuyanî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3CEy1D8sDCY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>