Li Kabulê li ber mizgeftê teqînek çêbû: Gelek kes mirin

Li Kabulê ya ku paytexta Efganistanê ye li ber mizgeftê teqînek çêbû, gelek kes mirin.

Li Kabulê li ber mizgeftê teqînek çêbû: Gelek kes mirin
3 cotmeh, 2021   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kanala televîzyonê ya Kabulnews a herêmî, li nêzî mizgefta Îdce ya li paytexta Efganistanê teqînek çêbû.

Berdevkê Talîban Zebîhulah Mûcahid li ser Twitterê ragihand ku li nêzî ketina Mizgefta Îdce ya Kabulê teqînek rû da. Di encamê de gelek sivîl hatin kuştin.

Çavkaniyên Talîbanê got, ev êriş li dijî merasîma cenazeyê dayika Zebîhulah Mûcahid hatiye kirin.

Di 15'ê Tebaxê de, tevgera Talîban piraniya axên Efganistanê xist bin kontrola xwe, piştî ku bajar di nav çend rojan de li pey hev ketin destê wê, hemû deriyên sînor xistin bin kontrola xwe û piştre ketin qesra serokomariyê.

(dx)