Li Efganistanê, di nav de rojnamevanek 4 kes hatin kuştin

Kesên nenas li bajarê Celal Abad ê rojhilatê Efganistanê êrişeke çekdar pêk anî, di encamê de 4 kes û di nav de 2 çekdarên Talîbanê û rojnamevanek hatin kuştin.

Li Efganistanê, di nav de rojnamevanek 4 kes hatin kuştin
3 cotmeh, 2021   10:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Celal Abad ku paytexta herêma Nangarhar ya rojhilatê Efganistanê ye, kesên nenas êrişeke çekdar pêk anî. Di êrişê de 4 kes, ku 2 ji wan endamên tevgera Talîban bûn û rojnamevanek hatin kuştin.

Komîteya Parastina Rojnamevanên Efgan got, bûyer 2`ê Cotmehê piştî nîvro li taxa 5`emîn a bajarê Celal Abad pêk hatiye û rojnamevan Seyd Marûf Sadet tevî 2 endamên Talîban û sivîlekî din hatiye kuştin.

Komîteyê kuştina rojnamevanê Efgan şermezar kir û bang li Talîbanê kir ku kujeran diyar bike û darizîne.

Rojnamevan Seyd Marûf Sadet bi salan di kenalên “Rojbaş Efganistan” û “Aryana” û gelek dezgehên din ên çapemeniyê yên herêmî de kar kiriye.

(cx)