Hêzên hikumeta Şamê Idlib topbaran kir, dewleta Tirk jî bersiv da

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan bejahiyên rojhilat û başûrê Idlibê topbaran kir. Hêzên dewleta Tirk a dagirker jî baregehên hikumeta Şamê li Seraqib, Til Mirdîx û herêma pêşesazî ya rojhilatê Seraqibê topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê Idlib topbaran kir, dewleta Tirk jî bersiv da
3 cotmeh, 2021   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên hikumeta Şamê bi moşekan derdora bajarokê El-Nîreb a rojhilatê Idlibê û bajaroka Micdeliya ya başûrê Idlibê, topbaran kir.

Hêzên dewleta Tirk a dagirker bersiv dan û baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarê Seraqiq, Til Mirdîx û herêma pêşesazî ya rojhilatê Seraqibê topbaran kir.