Ciwanên Kobanê banga eşkerekirine kujerên şehîd Şukrî kir

Ciwanên Kobanê got, qetilkirina têkoşer Şukrî Serhad sûcekî li dijî mirovahiyê û li dijî doza kurdî ye û banga eşkerekirin û darizandina kujeran kir.

Ciwanên Kobanê banga eşkerekirine kujerên şehîd Şukrî kir
3 cotmeh, 2021   05:53
KOBANÊ

Di ser şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) re du hefte derbas bûn. Şukrî Serhad ê zêdetirî 40 salan ji bo doza kurdî di nava têkoşînê de bû, dema li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê tedawî dibû, ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hate şehîdxistin.

 Li hemberî vî sûcî li her deverê bi çalakiyan bertek hatin nîşandan û bangên li hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo eşkerekirina kujeran û darizandina wan bilind bûn. Ciwanên kantona Kobanê jî nêrazîbûn nîşan dan û gotin dê şopdarên xeta şehîd Serhad bin.

Mihemed Mehmûd anî ziman ku têkoşer Şukrî Serhad bi destê sîxurên dewleta Tirk a dagirker û tevkariya PDK'ê hate şehîdxistin, ev ne cara yekemîn e ku sûcekî bi koordîneya her du aliyan tê kirin.

Mehmûd got, hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê şehîdxistina têkoşer Şukrî Serhad e û soza şopandina xeta wî heya pêkanîna azadiyê da. Her wiha got: "Dewleta Tirk çi dike bila bike nikare vîna me bişkîne."

Arîn Bozan bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku kujerê şehîd Serhad eşkere bike û ev tişt got: "Ev bûyer ne ji rêzê ye. Heger em li hember vî sûcê bêdeng bimînin wê ev sûc li dijî têkoşerên me berdewam bike."

Arîn Bozan diyar kir ku divê gelê Kurd li hemberî xayînan û kesên ku destekê didin sûcên qetilkirinan bibin yek û da zanîn ku doza Kurd dikeve ser milê hemû kurdan.

Mihemed El-Şiblî jî ev tişt got: "Şehîdxistina têkoşer Şukrî Serhad sûcekî li dijî têkoşerekî mezin e. Em bi şehîdxistinkirina wî matmayî man, ji ber ku windahiyeke mezin ji bo gelê Kurd e."

Mihemed Şiblî destnîşan kir ku şehîdxistina têkoşer Şukrî Serhad bi destê sîxûrên dewleta Tirk, hevkariya PDK'ê pêk hat û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Yên ku xizmeta doza Kurd nakin xayîn in û tiştên ku li Başûrê Kurdistanê diqewimin asta xiyanetê derbas kiriye."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MvZxZmMOBsw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>