​​​​​​​Êzîdiyan bi berxwedanê hewldana derbasbûna hêzên PDK`ê têk bir

Di encama berxwedana gelê Şengalê de hêzên PDK’ê yên xwestin bi rêya hêzên çekdar bikevin Şengalê, paşve vekişiyan.

​​​​​​​Êzîdiyan bi berxwedanê hewldana derbasbûna hêzên PDK`ê têk bir
2 cotmeh, 2021   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên PDK’ê bi bahaneya bangeşeya hilbijartinê xwest bi hevkariya Iraqê hêzên çekdarî derbasê Şengalê bike. Lê ev hewldana PDK’ê li rastê nerazîbûnên gelê Şengalê hat.

Ji serê sibehê ve gel li asayîşên Borik û Guhbel kom bûn û destûr nedan hêzên PDK’ê bikevin Şengalê. Hêzên çekdarî yên Iraqê û PDK’ê tevî hemû hewldanan nekarîn barîkata gel bişikînin û bikevin Şengalê.

Li ser israr û berxwedana gel hêzên PDK’ê neçar man ku ji herêmê vekişin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê ketine navberê û rê dane ew hêz bi awayeke bi ewle ji herêmê dûr bikevin.

Piştî hêzên Iraqê û PDK’ê paşve vekişiyan, gel serkeftina berxwedana xwe bi gerandina govendê pîroz kirin.

Di van kêliyan de jî ji bo pîrozkirina serkeftinê karwaneke mezin a Şengaliyan di nava gund û navçeyên Şengalê de digerin. Gel bi rakirina ala PADÊ û avêtina dirûşim serkeftinê pîroz dikin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Gt-xY9lxrNU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>