Gerîlayê HPG'ê Çiyager Qehreman li Şehbayê hat bi bîranîn

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê gerîlayê HPG'ê  Xelîl Hemo (Çiyager Qehreman) bi bîr anî.

Gerîlayê HPG'ê Çiyager Qehreman li Şehbayê hat bi bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Çiyager Qehreman li Şehbayê hat bi bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Çiyager Qehreman li Şehbayê hat bi bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Çiyager Qehreman li Şehbayê hat bi bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Çiyager Qehreman li Şehbayê hat bi bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Çiyager Qehreman li Şehbayê hat bi bîranîn
28 îlon, 2021   14:22
ŞEHBA

li kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê ji bo gerîlayê HPG'ê Xelîl Hemo (Çiyager Qehreman) yê ku 13'ê Tebaxê li Garê şehîd bû, merasîmeke hate lidarxistin.

Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ve bi beşdarbûna bi sedan şêniyan hate lidarxistin.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin, paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Mihemed Welo behsa rola şehîdan kir û got: "Ne ji şehîdan baya me nedikarî îro li vir bicivin. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku xwîna şehîdên xwe ji bîr nekin û ji bo pêkanîna armancên wan tê bikoşin."

Endama Kongreya Star a Kantona Efrînê Gulê Mihemed jî axivî, bang li şêniyan kir ku ji komployên dijmin hişyar bin û wiha pê de çû: "Êrişên dijmin li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Kurdistanê berdewam dikin. Dijmin bi van êrişan dixwazin gel qir bikin û wan ji armancên wan dûr bixînin. Lew ra  divê em hişyar bin û armancên dijmin nas bikin."

Gulê Mihemed her wiha hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re li dijî destkeftiyên Kurd û şehîdan şeremzar kirin û diyar kir ku kiryarên PDK'ê dikevin xizmeta dijmin û xiyanek li mafê kurdan e.

Di merasîmê de, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Arif Şêxo anî ziman ku Kurdistan dergûşa şaristaniyan ye û dijmin hewl dide vê şaristaniyê qir bike û got: "Di êrişên li ser xaka Kurdistanê dixwazin rastiyan berevajî bikin û li gorî xwe dîrokê binivisînin. Ev hemû dikevin xana siyasetên qirkirinê."

Piştî axaftinan, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê Emîne Bakir nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Bi navê malbata şehîd Çiyager Qehreman, pismamê wî Nebo Mamo got, ew bi şehadeta Çiyager serbilind in û dê têkoşîna wî vala neçe.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA