‛Dewleta Tirk nahêle Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwetêrkirinê pêk bîne’

Di beşa duyamîn a Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate gotin ku ji ber kêmbûna rêjeya ava çemên Firat û Dicleyê qada çandinî û sewaldarî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paş ketine û dibe sedem ku rêgeza xwetêrkirinê pêk neyê.

‛Dewleta Tirk nahêle Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwetêrkirinê pêk bîne’
27 îlon, 2021   15:24
HESEKÊ

Beşa duyemîn a Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

Di komxebatê de pisporê nakokiyên jeostratejî Gerard Chalian, damezrînerê Rêxistina Sully Dirty Alan Bound, Dr. aborî û endazyariya çandiniyê Hesen Ezam, cîgira koordînasyona Ewlehiya Xwarinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Lorîn Betal û Dr. aboriyê Ehmed Berekat amade bûn.

/ar/uploads/files/2021/09/27/141043_dsc_0296-28large29.webp

Komxebat li ser 4 beşên sereke hat birêvebirin; şerê avê, nakokiyên navneteweyî, bandorên siyasî li krîza avê, bandore yekser ên astengiya avê li çandiniya herêmê.

Axêveran di komxebatê de wiha got: "Bê guman peyman hene ku divê tu alî avê û jêderên geşkirina mayînde ji bo armancên siyasî bi kar neyne, mafê tu kesî nîne ku bi ewlehî û aramiya gelan bi rêya bikaranîna pêdiviyên wan ji bo berjewendiyên xwe bilîze."

Axêveran da zanîn ku "Hikumet mîna hikumeta Tirkiyê vê yekê paşguh dikin. Her wiha dewleta Tirk hewl dide siyasetên xwe pêk bîne ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc bike û xwe wek aliyekî siyasî ferz bike ku bêyî wê li Rojhilata Navîn nabe, her wiha da ku fişarê li aliyên siyasî yên dîtir ên destwerdanê li krîza Sûriyê dikin, bike. "

Axêveran destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di radeya yekemîn de xwe dispêrin çandinî û sewaldariyê, lê dewleta Tirk armanc dike ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwetêrkirinê pêk neynin.

/ar/uploads/files/2021/09/27/141026_dsc_0313-28large29.webp

Di komxebatê de axêveran da zanîn ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmbûna avê li çemên Dicle û Firatê çandinî kêm bûye, her wiha çandiniya bejî jî bi kêmbûna baranên di salên borî de bandor bûye.

Axêveran got, bandorbûna berhema çandiniyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi xwe re bandorekê li pêşerojê û ewlehiya xwarinê ya li herêmê bike. Girêdayî wê bi awayekî eşkere kêmbûna madeya sereke ya xwarinê hat dîtin, ew jî nan e.

Axêveran destnîşan kir ku li kêlek çandiniyê sewaldarî jî bandor bûye, ku êm kêm bûye.

Axêveran her wiha bal kişandin ser astengiyên li hember herêmê, di serî de jî kêmbûna baranê, qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk ve, derketina stasyonên Elokê ji xizmetê ji ber dagirkirina herêmê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, hilweşîna nirxa lîreya Sûriyê û keysbazîkirina daneyên çandiniyê ji hêla bazirganan ve.

Komxebat bi beşa sêyemîn de berdewam bike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JH5nnThOgno" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>