Dîroka xiyanetê ji Alaattîn Kapan heta KUK'ê û çeteyên Roj û ENKS’ê

Dîroka xiyanetê ji Alaattîn Kapan heta KUK'ê û çeteyên Roj û ENKS’ê
28 îlon, 2021   00:44

XELÎL CEMAL

Di demên dawîn de pêkhateya çete ya bi navê ENKS li dijî ciwanên Rojava, Rêveberiya Xweser û PYD'ê dest bi hemleyeke êrişan kiriye. 

Ev çete ku dibêjin li ser navê Kurdên Rojava tev digerin, lê ji bo Kurdên Rojava tiştekî nakin û heta di nava hemû hewldanên qirkirinê yên li dijî Kurdan de jî cihê xwe digirin. Ev alî ji tevgereke çete ya bi piştgiriya MÎT'ê wêdetir ne tiştek in. Bi kampanyaya êrişê ya herî dawî re, vê komê dest bi bikaranîna zimanekî kir ku ji zimanê faşîstên mîna Dogu Perînçek û Devlet Bahçelî jî li dû xwe hişt.  Gihîştiye wê radeyê ku gelê dev diavêje nirxên gelê Kurd.  Lewma jî em bi kurtasî li dîroka vê koma faşîst-hevkar ji Bakur heta Başûr, binêrin. 

Alaattîn Kapan ku di pêvajoya 12'ê Adarê de li Tirkiyê sîxurekî di nava çepgiran de bû, di heman demê de PDK'yî bû. Kapan bi navê ‘Beş Parçacilar’ (Stêrka Sor) rêxistinek ava kir û şoreşgerên bi navên Mehmet û Îlhan li Nurî Pazarbaşi ya Dîlokê qetil kirin. Alaattîn Kapan ji komkujiya Taksîmê ya Stenbolê ya 1'ê Gulana 1977'an berpirsyar bû.  Û vî ajanî, pêşengekî Tevgera Azadiyê ya Kurd Hakî Karer jî qetil kir. Piştî kuştina Hakî Karer ku rêber Apo jê re digot 'ruhê min ê veşartî', Alaattîn Kapan ji aliyê şoreşgerên Kurdistanê ve hate cezakirin û rêxistina ‘Beş Parçacilar’ ji hev belav bû.

Di sala 1978'an de piştî kuştina 4 mamosteyên şoreşger ji aliyê faşîstan ve li Çewlikê, PDK'a Tirkiyê jî ji hev belav bû.

Hin ji alîgirên partiyê, di çarçoveya projeya PDK û MÎT'ê de çeteyeke bi navê KUK ava kir. Yekane peywira wê êrişên li ser PKK'ê bû. Ev rêxistina ku xwe wek ‘Azadîxwazên Neteweyî yên Kurdistanê’ bi nav dikir, ji bo rizgariya neteweyî guleyek jî li dijî mêtingeriyê neteqandiye. Lê bi dehan şoreşger û sempatîzanên Kurdistanê qetil kirin. Dema ku li dadgehên Amedê dihatin darizandin, endamên KUK'ê li xwe mikur hatin ku ew li dijî PKK'ê hatine damezirandin û tenê li dijî PKK'ê çek bi kar anîne. Pratîka wan tenê dijberiya PKK'ê û li gorî talîmata MÎT'ê belavkirina propagandayê bû.

Rewşa rêxistinên bi navê ‘Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Neteweyî’ (UDG) hatin cem hev û piştgirî didan KUK'ê jî zelal e.

Bi taybetî piştî salên 1960'î PDK'ê dest pê kir ku rêxistinên şoreşger-demokratîk ên li Başûr û gelemperiya Kurdistanê ji hev bixe. PKK'ê piştî sala 1980'yan di çarçoveya biryara vegera li welêt de li Başûrê Kurdistanê bingehek girt û PDK'ê jî ji bo kontrolkirin an jî tesfiyekirina gerîla bi dewleta Tirk a faşîst re dest bi kar kir. Ev hevkarî di salên 1990'î de li dijî gerîla bû têkoşîneke çekdarî.   Di şerê Başûr ê sala 1992'yan de PDK'ê UDG ku li Bakur ava bûbû, di bin banê hikumeta Hewlerê de bi rêxistin kir. Li gel artêşa Tirk a faşîst-dagirker, hêzên ser bi hikumeta Hewlerê ve êrişî gerîla kirin. Artêşa Tirk a faşîst û hêzên PDK'ê bi hev re ev êriş pêk anîn. Niha jî PDK bi desteka hêzên cuda yên navneteweyî mîna sala 1992'yan ji bo tesfiyekirinê û heke ev nebe jî, ji bo ku ji Başûr derxe, êrişên xwe bi dewleta Tirk a faşîst re didomîne.

Bi destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyê re, hin Kurdan bi muxalîfên Sûriyê re bûn yek û li gel hêzên ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve hatin birêxistinkirin ku navenda xwe li Stenbolê ava kirin, dest bi kar kirin. Her ku şoreşa Rojava bi pêş de çû, van kesayetan tevî komên çete yên qaşo muxalîf lê faşîst, înkarker û selefî bûn, dest bi êrişa li dijî şoreşa Rojava kir.  Van kesan hemû êrişên li dijî Kurdan ên li Helebê û derdora wê bi rê ve birin. Di êrişên El-Nusra û DAIŞ'ê de ev kes û çeteyên girêdayî wan jî hebûn. Yek ji berpirsyarên 12 hezar şehîd û zêdetirî 20 hezar birîndarên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ew in. Li hemberî pêşketina kantonên Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê PDK'ê ew di bin navê PDK/S û piştre jî ENKS'ê de anîn cem hev da ku nasnameyeke siyasî bidin wan. Armanc tesfiyekirina şoreşa Rojava bû û li şûna rejîma Baasê avakirina avaniyeke selefî ya dewleta Tirk a faşîst a mêtinger bû.

Li ser vê bingehê PDK û MÎT'ê çeteyeke leşkerî ya ji Kurdên ku ji Rojava ber bi Bakur û Başûr ve reviyan, ava kirin. Ev avaniya çete ya bi navê Roj jî hêza leşkerî ya ENKS'ê ye. ENKS bi giştî ji 18 partî û hin kesayetan pêk dihat. Di demeke kurt de hema bêje ev hemû pêkhate ji ENKS'ê qetiyan. Tenê PDK-S û yek du partiyên şexsî man. Piştî vê qonaxê ENKS'ê dest bi çalakiyên wekî yên KUK'ê kir. Çeteyên Roj jî wisa ne. Karê destpêkê yê çeteyên Roj êriş û qirkirina gerîla û gelê sivîl ê li Şengalê bû û ev hêza ku MÎT'ê organîze kiriye, niha ji bo qadên gerîla yên li Başûr dorpêç bike û êrişî gerîla bike, ketiye pozîsyonê. Avaniyên çete ku li Efrîn, Girê Spî,   Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî li dijî Kurdan û gelan qirkirinê dikin, tevî van çeteyên Roj jî êrişî gerîla dikin.

Di vê kurtedîroka xiyanetê de çalakiyên xayînan ên dawîn ên li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên zanîn. Herêma Rêveberiya Xweser di bin dorpêçê de ye û li hemberî ambargoyê jî bi awayekî çalak berxwedan heye. Êrişên leşkerî û komplogerî yên mîna wê, li gelemperiya vê herêmê ji aliyê îstîxbarata Tirk a faşîst û artêşa faşîst ve tên birêvebirin. Li Efrînê qirkirina herî berfireh a vê sedsalê heye. Li hemberî van hemûyan, hêzên azadiyê û rêveberiyên Rojava li ber xwe didin. Di vî şerê man û nemanê yê ji bo azadiya Kurdan û yekitiya demokratîk a gelan de, ev çeteyên ku xwe wek ENKS bi nav dikin, êrişî gelê me û pêşengên wî dikin. Ev koma çete ku di şehîdxistina ewladên leheng ên gelên me de rol lîstiye, ji bo êrişên DAIŞ'ê û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst û li çepikan da û îro jî bi devê dewleta Tirk a faşîst diaxive. Propagandaya xwe ya mîna wan dike.

Wek komeke çeteyan a xayîn, ji bo reşkirina Rêveberiya Xweser û şoreşgeran, bi her şêwe karên qirêjî radibe. Her cure gendelî û diziyê wek çalakiyeke siyasî nîşan dide û hewl dide bêbextiyê rewa bike.

Lê êdî rastî nayên veşartin.  Nakokiyên van hêzan jî dê kûrtir bibin ku hewl didin dewleta Tirk a faşîst ji çiravê derxin û di vê dîroka kurt de jî dê wekî Beş Parçaciyan, Têkoşînciyan, UDG û koalîsyona Hewlêrê dîsa dê xayîn têk biçin. Gelê Kurd û dostên wan ji bo cezakirina xayînan, bi hemû rê û rêbazan dê siberojeke azad û pergaleke demokratîk biafirînin. Ji bo vê tenê rêyek heye; sekinîna li dijî dagirkerî û xiyanetê.

Vê komê heta niha ji bo Kurdan çi kiriye?