Urdun dê sînorên xwe yên bi Sûriyê re ji nû ve veke

Wezareta Karûbarên Hundir a Urdunê îro ragihand wê roja Çarşema bê sînorên di navbera Urdun û Sûriyê de careke din werin vekirin.

Urdun dê sînorên xwe yên bi Sûriyê re ji nû ve veke
27 îlon, 2021   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karûbarên Hundir Mazin El-Feraye biryar da ku ji Çarşemê bê ve sînorên di navbera Sûriyê û Urdunê de li gorî rêzegirtekên fenî û lojistîk ên taybet li pêşiya tevgera bazirganiyê û rêwîtiyê ji nû ve were vekirin.

Li gorî ajansa Emûn a fermî wezaretê di daxuyaniya xwe de got ev biryar bi armanca çalakkirina tevgera bazirganiyê û turîzmê di navbera her du welatan de li gel girtina tedbîrên ewlehiyê û tenduristiyê li gorî perspektîfên serokwezîran hat girtin.

(şx)