'Dewleta Tirk şerê avê li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne'

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan zanîn ku dewleta Tirk îro şerê avê li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne û vê yekê jî bi rêya qutkirina ava stasyona Elokê û neberdana ava Firat û Dîcleyê pêk tînê.

'Dewleta Tirk şerê avê li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne'
27 îlon, 2021   09:07
HESEKÊ

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş di axaftina xwe de ya li Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi sponseriya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê, Zanîngeha Rojava û Navenda Lêkolînan a Firatê tê lidarxistin, piştrast kirin ku dewleta Tirk şerê avê li dijî gelê Sûriyê bi kar tîne.

Hevserokan destnîşan kir ku ji ber ku dewleta Tirk ava çemên Firat û Dîcleyê û çeteyên wê bi zanabûn ava stasyona Elokê li ser bajarê Hesekê qut kirin, aloziya avê li herêmê çêbû.

Her wiha hevserokan diyar kirin ku gelên herêmê di şoreşa Sûriyê de gelek destkeftî bi dest xistin yek jê avakirina Rêveberiya Xweser di 2014`an de, ruxmî zextên ji derve, astengiyan û aloziyan berxwedan heta îro berdewam e.

Hevserokan anîn ziman ku ruxmî wan astengiya lê rêveberiyê herêmê hemû alozî derbasî kirin lê niha bi aloziya avê re rû bi rû maye ji ber ku dewleta Tirk bi rêya avê şerê herêmê dike û ava çemê Firatê qut dike û gotin cîhan li pêşiya vê kiryarê bêdeng e.

Hevserokan di axaftina xwe de dan zanîn ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike çi yên leşkerî yan jî siyasî û herî dawî av bi kar anî û bi hezaran sivîl dan koçberkirin.

Hevserokan hêvî kir ku di dawiya komxebatê de çareserî ji bo pirsgirêk û aloziyên li herêmê bê dîtin û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bê girtin.

Hevserokan destnîşan kirin ku dewleta Tirk lihevkirinên têkildarî parvekirina çemê Firatê binpê dike û ew jî bi awayekî neyînî bandorê li civaka Sûriyê dike bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şêniyên wê bi rêya çandiniyê debara xwe dikin û bi rêya çemê Firatê zeviyên xwe av didin.

Hevserokan piştrast kir ku dewleta Tirk bi rêya avê şerê gelên herêmê dikin, ji ber wê li ser astên qanûnî û mirovî dewleta Tirk berpirsa jiyana 5 milyonên niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Hevserokan bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe rawestîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dwPCI1awm-4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>