Êzidiyên Şengalê piştgiriyê didin namzetê PADÊ

Şengaliyan piştgiriya xwe bi namzetê PADÊ'yê re nîşan da û got, bernameya hilbijartinê ya partiyê ji bo xizmeta civaka êzidî ye û ji bo misogeriya nedubarekirina senaryoya komkujiyan e.

Êzidiyên Şengalê piştgiriyê didin namzetê PADÊ
Êzidiyên Şengalê piştgiriyê didin namzetê PADÊ
Êzidiyên Şengalê piştgiriyê didin namzetê PADÊ
27 îlon, 2021   05:59
ŞENGAL

Li Iraqê amadekariyên hilbijartinên parlementoyê tên kirin ku dê 10`ê Cotmehê pêk werin.

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi namzet Şêx Semîr Derwêş dê beşdarî hilbijartinên parlementoya Iraqê bibe.

Di şahiyekê de ku li navçeya Sinûnê ji bo piştgiriya PADÊ'yê di hilbijartinan de hate lidarxistin, êzidiyên Şengalê destekdayîna xwe ji namzetê partiyê re nîşan dan.

Endamê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Xwedêda Ilyas destnîşan kir ku PADÊ'yê nûnertiya êzidiyan dike ku azarên komkujiyan dîtin.

 ‘SERKETINA NAMZETÊ PADE`YÊ JI BO MISOGERIYA NEDUBAREKIRINA KOMKUJIYAN E‘

Xwedêda Ilyas ji ANHA`yê re wiha got: "Her kes baş zane ku di sala 2014`an de û beriya wê jî çi bi serê êzidiyên Şengal û Iraqê bi giştî de hat. Ji bo ku senaryo dubare nebin, divê em dengê xwe bidin kesên ku di parlementoyê de nûnertiya me bikin, da ku dengê me biginhînin raya giştî û hikûmetê, xizmeta me bikin û mafên me li Iraqê misoger bikin."

Ilyas wiha domand: "Baweriya me bi Şêx Semîr Derwêş heye ku ew ê xizmeta civaka êzidî bike. Berovajî hemû hilbijartinên berê ku hatin lidarxistin tu destkeftî ji êzidîyan re li Iraqê pêk neanîn."

 ‘DENGÊ ME PÊŞEROJA ME DIYAR DIKE‘

Ilyas di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: "Kîjan namzet bi ser bikeve, divê guhertina rewşa êzidiyên li Iraqê dayne ber çavên xwe. Divê hewl bide ku mafên civaka êzidî di hemû qadan de misoger bike û xizmeta xwe ya kesayetî û xizmeta partiya xwe neke."

Endamê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Xwedêda Ilyas bang kir ku dengê xwe bidin baştirîn kesên ku pêşerojeke baş ji êzidiyan re diyar bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dengê me emanate e ku pêşeroja me diyar dike."

Ciwana bi navê Delal Êzidî jî bang li ciwanan kir ku kesê ku nûnertiya wan û xwestekên wan bike û baştirîn pêşeroj ji ciwanan re li Iraqê peyda bike, hilbijêrin.

 ‘CIWAN BINGEHA PÊŞKETINA CIVAKÊ NE‘

Delal Êzidî destnîşan kir ku bernameyê Şêx Semîr destekê dide ciwanan û teqez dike ku ciwan bingheha pêşketina civakê û hêza wê ye û divê armancên wê werin pêkanîn.

Delal Êzidî di axaftina xwe de behsa bûyerên ku di sala 2014`an de pêk hatin kir û wiha pê de çû: "Hêzên Iraq û PDK`ê Şengal bê parastin hiştin. Ev hemû qewimîn ji ber kesê ku nûnertiya êzidiyan di qadên fermî de bike, tune bû."

 ‘ÊZIDÎ XWEDÎ ZANABÛN IN KU NÛNERÊN XWE HILBIJÊRIN‘

Omer Qaso ji şêniyên gundê Kohbil ê Şengalê ye û beşdarî şahiyê bûbû ji ANHA`yê re destnîşan kir ku êzidî xwedî zanebûn in ku kesê nûnertiya wan di parlementoya Iraqê de bike, hilbijêre.

Omer Qaso bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber wê jî li derdora namzetê partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî Şêx Semîr kom bûne. Baweriya me heye ku partî ji bo xizmeta civaka êzidî hatiye avakirin."

(bx)

ANHA