Bajarokê Qeretepe yê Xaneqînê hate topbarankirin

Bajarokê Qeretepe yê ser bi Xaneqînê ve bi 5 topan hedef hate girtin.

Bajarokê Qeretepe yê Xaneqînê hate topbarankirin
26 îlon, 2021   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê bajarokê Qeretepe yê Xaneqînê yê ser bi Diyale ve bi 5 topan hate topbarankirin.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, 4 top di nava Qeretepeya Kevin ketine û ya din jî li nêzî Mizgefta Suneyan ketiye xwarê.

Heta niha ziyana topbaranê nehatiye zanîn. Her wiha nayê zanîn top ji kû derê û ji aliyê kêve hatine avêtin.