'Ruxmî tecrîda girankirî fikirên rêber Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye'

Endama Komîteya Azadiya Rêbertî li Minbicê Asya El-Hisên piştrast kir ku dewleta Tirk di dewamkirina tecrîdkirina rêber Ocalan de xwe dispêre piştgiriya hêzên navneteweyî.

'Ruxmî tecrîda girankirî fikirên rêber Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye'
25 îlon, 2021   03:07
MINBIC- EHMED QERACE

Dewleta Tirk û hin dewletên kapîtalîst bi komploya ku beriya 22 salan li dijî rêber Abdullah Ocalan saz kirin, dixwazin fikr û felsefeya rêber Ocalan tune bikin, ku çareseriyan ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê re peyda dike û banga têkoşîna li dijî kapîtalîzmê û tunekirina wê dike.

Lê belê bi demê re û bûyerên ku qewimîne îsbat kirin ku rêber Ocalan tenê di aliyê fîzîkî de girtî bû û ji girtîgehê karîbû fikirê xwe belav bike. Ji lew re dewletên kapîtalîst bi hemû rêbazan hewl didin vê fikir û felsefeyê tune bikin.

Endama Komîteya Azadiya Rêbertî şaxê Minbicê Asya El-Hisên têkildarî mijarê hin xalên sereke yên komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, eşkere kirin û got: “Komplo ji ber gelek sedeman bû. Sedema sereke ew e ku kapîtalîzm xwedî projeya guhertina nexşerêya Rojhilata Navîn bû, ev proje ji salên 1970`ê hatibû plankirin. Dema xwest dest li kar û barên Rojhilata Navîn werde û planên xwe bixe meriyetê, rastî felsefeya rêber Ocalan hat ku êdî li herêmê dihat belavkirin.”

Asya wiha dewam kir: “Li Rojhilata Navîn pirsgirêka serkêşiyê hebû û derketina rêberekî wekî rêber Abdullah Ocalan dewletên kapîtalîst tevlîhev kirin û li hemberî planên wan sekinî û rastiya netewdewletê esker kir. Piştre wan welatên ku banga demokrasiyê dikin, rêber Ocalan binçav kir.

Dewleta Tirk hewl dide vî fikirî tune bike, lê hewldanên wê dê bi ber bayê bikevin. Ruxmî ku tecrîda girankirî 22 sal in didome û serdana malbatê û parêzeran hatî qedexekirin jî, lê belê fikirê rêber Ocalan li tevahî cîhanê belav bûye.”

Asya di dawiya axaftina xwe e teqez kir ku ew ê têkoşîna ji bo rêber Abdullah Ocalan dewam bikin, heta projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan ku banga azadiya hemû gelan dike, mayînde  bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hfF6WSDXUss" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>