Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em her tim amade ne li dijî êrişan bisekinin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kirin ku ew her tim amade ne bajar û gelê xwe biparêzin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em her tim amade ne li dijî êrişan bisekinin
24 îlon, 2021   07:02
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji nuqteyên xwe yên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî, gundên bakurê rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran dikin û di encamê de mal û milkên sivîlan wêran dikin.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Emced ji ajansa me re wiha axivî: "Em li eniyên şer ên di navbera hêzên me, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de cihê xwe digirin. Em li ser çemê Sacor ê li gundê Ereb Hesen (22 kîlometre li bakurê rojavayê Minbicê) ne."

Ebû Emced diyar kir ku di demên dawîn de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlên li wan gundên Ereb Hesen, Mehsenlî, Dendeniye û Seyda hedef girtin.

REWŞA MEYDANÎ

Ebû Emced îşaret da zanîn ku di saetên derengiya şevê de artêşa dagirker û çeteyên wê bi top û hawanan êriş dikin, ji lewma sivîl di van saetan de ji malên xwe derdikevin û serê sibê dîsa vedigerin malên xwe û wiha lê zêde kir: “Da ku xwe ji topbarana ku ferqê naxe navbera mirov û keviran de biparêzin. Artêşa Tirk û çeteyên wê beriya demekê dibistana gundekî bi hawanan hedef girt û xwendekar ji mafên xwendinê bê par hiştin, lê niha careke din vegeriyan dibistanê.”

HEWLDANÊN DAGIRKIRINÊ

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced bal kişand ser hewldanên artêşa Tirk û çeteyên wê yên dagirkirinê û wiha dewam kir: “Di vê mehê de gelek caran artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan bikevin, lê hêzên me yên Meclisa Leşkerî a Minbicê hewldanên wan têk birin.”

TOPBARAN BÊ SER Û BER E

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mûsa Keçelî jî wiha axivî: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi çekên giran, top û hawanan gundên li ser eniyên şer rojane topbaran dikin û bêserûber sivîlan hedef digirin.”

'EM AMADE NE LI DIJÎ ÊRIŞÊN DIJMIN BISEKININ'

Mûsa Keçelî da zanîn ku ew ji bo parastina sivîlan li wir in û amade ne bajarê Minbicê ji êrişên dagirkeriya Tirk biparêzin û ev tişt got: “Em ji gelê xwe yê li Minbicê û gundewarê wê re dibêjin ku bi ewle bin, em amade ne li dijî êrişên ku Minbicê dikin hedef, bisekinin.”

Mûsa Keçelî wiha axaftina xwe dewam kir: “Di demên dawî de artêşa Tirk û çeteyên wê gelek caran hewldana dagirkirina zêdetirî nuqteyeke Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir, lê şervanên me êrişên wan têk birin û gelek çeteyên wan hatin kuştin û birîndarkirin. Em careke din dubare dikin ku em her tim amade ne li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin.”

Şervan Mûsa Keçelî di dawiyê de soz da şehîd û şêniyên bajarê Minbicê ku ew ê li eniyên şer li ber xwe bidin û rê nedin dagirkeriya Tirk ku bihostek ji erdê Minbicê dagir bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SUw7hXJR67E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>