Hiqûqnas banga darizandina dewleta Tirk ji ber sûcên şer dikin

Hiqûqnas û endamê PYD`ê li kantona Hesekê diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li tevahî herêmên dagirkirî, sûcên şer in û hemû pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dikin.

Hiqûqnas banga darizandina dewleta Tirk ji ber sûcên şer dikin
24 îlon, 2021   07:34
HESEKÊ

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi armanca dagirkirina herêmên nû êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, zêde kirin.

Bi dehan sivîl di encama hedefgirtina rasterast a hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundên nêzî eniyên şer, şehîd û birîndar bûn.

Endamê Desteya Rêveber a Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Şedadê Ehmed El-Hesen got: "Dagirkeriya Tirk di êrişan de ferqê naxe navbera mezheb, nîjad û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.  Armanca wê tenê dagirkirina herêmê û têkbirina projeya demokratîk e. "

El-Hesen wiha lê zêde kir: "Armanca dewleta Tirk ew e ku di serî de herêmê dagir bike, ji şêniyên resen vala bike û guhertina demografiyê pêk bîne da ku serdema Osmanî vegerîne."

El-Hesen destnîşan kir ku tiştê ku dagirkeriya Tirk dike binpêkirina eşkere ya biryarên navneteweyî ye.

Tevî ku hemû sûcên dewleta Tirk ên rêxistinên hiqûqî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belge kirine dikevin asta "sûcên şer" jî, lê civaka navneteweyî dîsa jî çavên xwe ji sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re digire.

Hiqûqnas Neda Mihemed jî destnîşan kir ku komkujiyên ku dagirkeriya Tirk li dijî sivîl û zarokan pêk tîne hemû qanûnên navneteweyî binpê dike. Her wiha diyar kir ku ev hemû sûc li gorî qanûnê, sûcên şer tên hesibandin.

Neda destnîşan kir ku dewleta Tirk ji zêdetirî salekê ve şerê avê jî dimeşîne û divê rêxistinên mirovî û dadgehên navneteweyî dewleta Tirk ji ber sûcên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, darizînin.

Di dawiyê de, hiqûqnasan bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin, da ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û ji bo vegerandina hemû herêmên dagirkirî yekîtiya xwe ava bikin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Cy5D3GbmHmE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>