Elî Kerîmî: Divê YNK`ê kujerên Şukrî Serhad radestî edaletê bike

Nivîskar û siyasetmedar Elî Kerîmî got ku, divê demek ji ya din zutir kujerên têkoşer Şukrî Serhad werin girtin û bên cezakirin.

Elî Kerîmî: Divê YNK`ê kujerên Şukrî Serhad radestî edaletê bike
24 îlon, 2021   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Siyasetmedar û nivîskar Elî Kerîmî bertek nîşanî şehîd xistina şukrî serhed k udi 17 îlonê de li bajarê silêmaniyê ji aliyê îstîxbarata dewleta tirk MÎT’ê hatibu şehîd xistin da û got "Başûrê Kurdistanê di encama siyaseta şaş de veguheriye navenda çeteyan û qetilkirina têkoşer û şoreşgerên Kurd" got divê kesên şukrî serhet şehîd xistin divê bi lez û bez bên girtin û cezakirin.

Di 17’ê Îlonê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) ku li Silêmaniyê tedawî dibû li taxa çarçira ya li naverasta Silêmaniyê rastî êrişa MIT’a Tirk hat û di encamê de şehîd bû.

Li nava qadên Kurd û siyasî yên tevahî Kurdistanê ev êrişa terorîst şermezar kir. Her wiha banga hesbxwestina ji sûcdaran kir ku divê radestî edaletê bên kirin û werin cezakirin.

Têkildarî sûcê hedefgirtina kesayetên şoreşger li herêmên Başûrê Kurdistanê, siyasetmedar û nivîskar Elî Kerîmî ji ajansa me re axivî.

Kerîmî behsa hedefgirtina şoreşger Şukrî Serhad kir û da zanîn ku PDK’ê û YNK’ê nikarin herêmên Kurdan bi rê ve bibin û wiha dewam kir: "Piştî Şoreşa Îlonê her du partiyên sereke yên li Başûrê Kurdistanê PDK’ê û YNK’ê parçe bûn. Êdî wan her du partiyan desthilata Başûrê Kurdistanê bi rê ve dibir. Lê diyare ev diyare ne xwedî perspektîfên birêvebirina herêmên kurdan in. Lê dewleta Tirk û komara Îranê xwedî desthilat in û divê partiyên desthilat tenê biryaran pêk bînin."

‛SÛÎQASTKIRINA ŞUKRÎ SERHAD GELEK GUMANAN BI XWE RE TÎNE’

Elî Kerîmî diyar kir ku beriya çend rojan li Silêmaniyê bi taybet li Silêmaniyê ya ku bi ewlehîiyê tê nasîn nêzî navenda Polîsên Federal şehîd xistina Şukrî Serhad gelek gumanan bi xwe re tîne.

Kerîmî bi domdarî wiha got: "Di vê serdema pêşketina teknolojiyê ku kamereyên çavdêriyê li her devera Silêmaniyê belav in û tevî mijûlbûna gelê Kurd bi bûyerê re jî, lê hîna jî kujer nehatine girtin. Ev jî di demek ku hilbijartin nêz bûne de bi xwe re gumanan dide çêkirin."

‛PDK’Ê Û DAGIRKERIYA TIRK DI ÊRIŞÊ DE TAWANBAR IN’

Li ser armancên PDK’ê ji êrişê, Kerîmî ev şîrove kir: "PDK’ê ji vê êrişê dixwaze bibêje kesên digotin ev bajarekî bi ewle û aram e, di rastiyê nikare welatî û niştecihên xwe biparêze, bi taybet piştî bûyerên dawîn tevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re di êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û dagirkirina xaka wê. PDK’ê dixwaze fitne û tevliheviyê li Silêmaniyê derxe. PDK’ê û dewleta Tirk di vê sûcî de yekser tawanbar in."

‛DIVÊ YNK’Ê KUJERÊN ŞEHÎD ŞUKRÎ SERHAD RADESTÎ EDALETÊ BIKE’

Elî Kerîmî da zanîn ku hîna jî kujerên şehîd Şukrî Serhad serbest in û wiha anî ziman: "Tevî hebûna kamereyên çavdêriyê, YNK’ê dikarî yekser kujer binasîna û radestî edaletê bikirana. Lê heya niha ev pêk nehatiye."

Elî Kerîmî bang li YNK’ê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û kujerên şehîd Şukrî Serhad pêşkêşî edaletê bike û ev tişt got: "Em welatiyên Başûrê Kurdistanê û hevrêyên şehîd Şukrî Serhad vê sûcê tirsonek bi tundî şermezar dikin û bang li YNK’ê dikin ji bêdengiya xwe derkeve û kujeran radestî edaletê bike."

Kerîmî balkişand ser xeteriyên li ser Başûrê Kurdistanê û got, "Di rastiyê de heke rewş bi vî awayî berdewam bike, dê ev partî piştewaniya gel winda bikin û dê bi wê re jî Başûrê Kurdistanê bi temamî were hilweşandin."

‛BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VEGUHERÎ NAVENDA ÇETE Û KUJERÊN KURDAN'

Siyasetmedarê û nivîskar Elî Kerîmî wiha dawî li gotina xwe anî: "Tecrûbeya Başûrê Kurdistanê ne tecrûbeyeke ewqas serkeftî ye ku karibe bibe nimûneyek ji tevahî parçeyên dîtir re. Li şuna ku Başûrê Kurdistanê bibe qiblegeha tevahî siyasetmedar, rewşenbîr, kesên xwedî nêrînên azad û şoreşger, bi siyaset û partiyên xwe yên desthilat veguherî navenda çeteyan û kujerên şoreşger û têkoşeran. Li Başûrê Kurdistanê êdî têkoşer û xayîn ji hev nayên cudakirin û bûye cihê gendelî û bazirganiya bi doza Kurd."

(fr)

ANHA