‛Penaberî komplo ye û pêdiviya welat bi ciwanan heye’

Şêx eşîra El-Sebxe ya Reqayê Mihemed Tirkî El-Sewan da zanîn ku di vê dema dawî de penaberî zêde bûye, ew jî di encama şerê taybet ê ku hin alî dimeşînin de pêk tê ji bo ku herêmê ji ciwanan vala bikin û berjewendiyên xwe pêk bînin.

‛Penaberî komplo ye û pêdiviya welat bi ciwanan heye’
24 îlon, 2021   06:02
REQA-EHMED EL-ESAF

Şêxê eşîra El-Sebxe ya Reqayê Mihemed Tirkî El-Sewan wiha got: "Hin aliyên navneteweyî û herêmî bi taybet dewleta Tirk û Îran hewl didin zexteke aborî û valahiyeke siyasî ku pêşerojeke nebaş bi xwe re bîne ava bikin. Bi wê re penabertî ji bo lêgerîna pêşerojeke baş zêde bû."

El-Sewan da zanîn ku tiştê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe komployek e û armanca wê valakirina herêmê ji ciwanan e, da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.

El-Sewan bal kişand ser bi dehan sûcên qetilkirinê yên li dijî ciwanan ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve û wiha xîtabî ciwanan kir: "Nekevin xefka rêbazên şerê taybet û kî penaber dibe û derdikeve derveyî welatê xwe rastî heqaret û îhanetê tê. Di dema niha de pêdiviya welat bi hêza we heye ku ava bike û pêşeroja wê binqişînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o5qE4-9NacY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>