Mîna kevirên domîno..rêxistinên îslama siyasî yek li dû yekê dikeve

Dema dawîn, dema hilweşîna Îslama siyasî û rêxistinên Îxwan Muslimîn bû, bi taybetî li Rojhilata Navîn ji Misir û Sûdanê û heta Tûnis û Mexribê. Pêşbînî hene ku ev hilweşîn wê bigihije hemêzkerê sereka ya vê şepelê anku Tirkiye. Çima Îslama siyasî hilweşiya? Di navbera hilweşîna li Rojhilata Navîn û geşbûna li Asyaya Navîn de têkiliyeke çawa heye?

Mîna kevirên domîno..rêxistinên îslama siyasî yek li dû yekê dikeve
24 îlon, 2021   05:56
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Bihara Ereban û şoreşên ku li herêmê sala 2011`an rabûne, ji bo îslama siyasî û Îxwan Muslimîn bi taybet fersendeke girîn bû, ew bi destkdayîn û perspektîfên yekser ên dewleta Tirk û Qeterê ew fersend hat bikaranîn.

Washingtonê di raporekê de eşkere kir ku Amerîkayê ji bo guhertina pergalên hinek dewletên Ereban di nava de Behreyn, dûrxistina Îranê û destekdayîna Îxwan Muslimîn, sala 2010`an plansaziyek daniye.

Di belgeyan de diyar dibe ku dewletên di serî lîsteya plansaziya Amerîkayê de ne ev in: Yemen, Misir, Tûnis, Behreyn û Erebistana Siûdî û piştre Lîbya û Sûriyê.

Di raporê de hat bibîrxistin ku rêbazên Obama ji bo pêkanîna vê planê bi kar anîne, siyaseta piştgiriya veşartî ya Îxwan Muslimîn li Rojhilata Navîn ji 2010`an de bû, da ku siyaseta hundirîn a welatên hatine hedefgirtin biguherîne û bike xizmeta armanca siyaset û berjewendiyên taybet ên girêdayî ewlehiya neteweyî yên DYA`yê.

TÊKBIRINA ÎXWANAN LI MISIRÊ DESTPÊKA HILWEŞÎNA ÎXWANAN LI HERÊMA EREBÎ YE

Piştî ku bernamzetê Îxwanan Mihemed Mursî di hilbijartinên serokatiya Misirê de bi ser ket bi salekê, raya giştî ya cîhanê li dijî Îxwanan derket.

Çîneke mezin a civaka Misirê serweriya İxwanan li wezaretan û hewldana wan ku alîgirên xwe di wezaretan de erkdar bikin, red kirin. Ji ber wê di Hezîrana 2013`an de bi milyonan welatiyên Misirê careke din daketin kolanan lê vê carê banga hilwerşandina Îxwanan kir.

Di dawiya Kanûna 2013`an de hikumeta Misirê koma Îxwan Muslimîn wek rêxistineke terorîst hesiband.

Bi binkeftina Îxwanan li Misirê re, tora navneteweyî nuqteya ku bi rêya wê mudaxeleya cîhana erebî û îslamî kir, ji dest da. Binkeftina Îxwanan bandor li vê eniyê kir ku di tewirê avabûnê de bû ku Qeter û Tirkiye tê de roleke sereke lîstibûn.

SÛDAN XELEKE DUYEMÎN A HILWEŞÎNA ÎSLAMA SIYASÎ BÛ

Hilweşîna Îxwanan li Misirê derî li hilweşîna wan li welatên din ên Ereban jî kir, ji wan welatan jî Sûdan bû.

Di serdema El-Beşîr de Sûdanê deriyên xwe li pêşiya El-Qaîdayê vekir heta serokê wê Osama Bin Ladin pêvajoyeke girîng ji jiyana xwe li wir derbsa kir û tê de amadekirina çekdaran ji aliyê leşkerî ve li mezrayên Sûdanê berdewam kir. Her wiha hebûna wî li Sûdanê û têkiliyên wî yên bi rayedarên mezin re, derfetê jê re peyda kir ku bûyerên li herêmê ji nêz ve bişopîne bi taybet yên li Kendavê, Qoçê Afrîkayê, Misir û dewletên Mexribê.

Sûdan veguherî koorîdor û navenda fermandarên Îxwanan ên ku ji welatên xwe reviyane. Çavdêrên rewşa Sûdanê dişopînin diyar kirin ku pergala El-Beşîr modela herî zêde ye ku keysperestî (oportunîzm) îslama siyasî rave dike û ji veguhertinan re vekirî ye.

Bi hilweşîna pergala Omer El-Beşîr re, îslama siyasî piştevaneke sereke winda kir bi taybet piştî  derbeya li Misirê xwariye û binkeftina projeya wan li Sûriyê ya ji ber nehilweşîna hikumeta Şamê ji aliyekî ve û avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyekî din ve.

LI TÛNISÊ JÎ SÎSTEMA WAN HILWEŞIYA

Binkeftin heta Tûnisê li pey îslama siyasî û Îxwanan bû. Piştî biryarên serokê Tûnisê Qeys Seîd ên taloqkirina xebatên parlamentoyê, Tevgera El-Nehdayê ya îxwanî bi serokatiya Raşid El-Xenûşî derbeyek mezin xwar. Ji ber wê Îxwanan bi serokatiya El-Xenûşî ji 2011`an re bi ezmûna herî dijwar re rû bi rû man û wan beşeke mezin ji alîgirên xwe winda kir.

Li Tûnisê Tevgera El-Nehdayê ku ji beriya 40 salan ve hatiye avakirin, nûnertiya wê di parlamantoyê de sala 2011`an 89 bû, lê di hilbijartinên 2019`an de daket 53.

LI MEXIRBÊ BINKEFTINEKE MEZIN

Partiya Edalet û Geşkirinê ya îslamî li Mexribê di hilbijartinên herêmî yên dawîn de bi bin ket. Di parlamentoyê de ji esilê 125 kursiyan tenê 13 kursî bi dest xistin.

Li ser asta meclisên herêmî jî daket asta duyemîn û di sala 2015`an di hilbijartinên herêmî de ji 5 hezar û 21 kursiyan tenê 777 kursî bi dest xistin.

HILWEŞÎNA PROJEYÊ

/ar/uploads/files/2021/09/23/191600_mnyr-adyb.webp

Têkildarî mijarê pirsporê karûbarên tevgerên tundraw û terora navneteweyî Munîr Edîb got: “Sedema hilweşîna Îxwanan û tevgerên siyasî li gelek dewletên herêmê, ji ber hilweşîna projeya îslama siyasî li herêmê bû.”

Edîb diyar kir ku ev hilweşîn ne siyasî bû û ne hilweşîna partiyên hevrik yên girêdayî Îxwanan bû, lê belê ev hilweşîn tê wateya hilweşîna projeya îslama siyasî.

MÎNA KEVIRÊN DOMÎNO

Edîb wiha nirxandina xwe dewam kir: “Hilweşîna siyasî hilweşîna projeya îxwanan nîşan dide. Ji ber wê sala 2013`an Îxwan li Misirê bi bin ketin, piştre li Sûdanê dûre li Tûnisê û Mexribê. Ev hilweşîn dê bibe para van mîlîsên tundraw û tevgerên îslama siyasî yên li Lîbyayê, heke hilbijartinên serokatiyê di dema wê de hatin lidarxistin.”

 

 

Edîb wiha pê de çû: “Isbata vê yekê jî ew e ku kevirên domîno li dû hev dikevin. Ji bo rêxistinên îslama siyasî jî ev tê wateya hilweşîna projeya îslama siyasî ku di encamê de partiyên ku li hinek dewletan gihaşt desthilatê bi saya şoreşan bi bin ketin mîna li Sûdanê rû daye.”

SEDEMÊN HILWEŞÎNÊ GELEK IN

Derbarê sedemên hilweşîna îslama siyasî de Edîb got: “Gelek sedemên hilweşîna vê projeyê li Misir, Tûnis, Sûdan û Mexribê hene. Gelên Ereb rastiya wan rêxistinan nas kir. Zanîn ku ew ji bo projeyên xwe navê olê bi kar tînin, dirûşmên nerast û bê navarok berz dikin. Di encamê de li dijî wê projeyê derketin û ew hilweşandin.”

Edîb ev yek destnîşan kir: “Dema mirov bixwaze rêxistineke olî ya xwedî îdeolojî bi bin bixe, berê wê bide desthilatê. Heke bigihêje wir, rêgezên wê tên guhertin. Bi rastî wisa bû, tevgerên wan rêxistinan li dijî sloganên wan bûn. Ji ber wê gel li dijî wan rêxistinan derket. Ev yek li Misir, Tûnis, Sûdan û Mexribê rû da. Dibe ku li Lîbya û dewletên din ên Ereban jî rû bide. Gel van rêxistinan yan bi rêya hilbijartinan yan jî bi rêya şoreşekê mîna li Misirê rû daye bi bin dixin. »

Edîb îşaret bi navên partiyên ku ji rêxistinên îslama siyasî ava bûne kir, mîna AKP`ê li Tirkiyê û Partiya Edalet û Geşkirinê li Mexribê , Partiya Avakirina û Geşkirinê li Misirê û wiha domand: “Ew her tim têgeha edalet û tenmiye (geşkirin) bi kar tînin da ku bêjin em xwedî edalet in. Niha jî em pêk tînin û em ê welatên xwe pêş bixin.”  

Edîb bal kişand ser bikaranîna navan ji aliyê wan rêxistinan ve û ev nirxandin kir: “Ew bi zanabûn navên partiyên xwe hildibijêrin. Da ku bi hestên gel bilîzin. Heta ku navên ji hêvî û fikrên xwe mezintir veqetandin û nikarîbûn pêk bînin. Heta ku wan rêxistinan ne edalet û ne jî geşkirin dîtin. Gel mîna ku xwest ji wan re bêje tu edalet di partiya edaletê nîn e. Me tu geşkirin di partiya tenmiye de nedît. Ev yek li Mexribê rû da û dibe ku di demeke nêz de li Tirkiyê jî rû bide. »

DÊ BANDOR LI TIRKIYÊ JÎ BIBE HELBET, ERDOGAN DÊ DEV JI ÎXWANAN BERDE

Piştî ku Erdogan hewl da têkiliyên xwe bi Misirê, Erebistana Siûdî, Îmarat û Mexribê re pêş bixe, derdê Îxwanan û îslama siyasî girantir bû. Van dewletan li beramberî başkirina têkiliyan, ji Tirkiyê daxwaz dikin ku dev ji Îxwanan û rêxistinên pê ve girêdayî berde û serokkên wan nehewîne.

Ruxmî ku dewleta Tirk di vê mijarê de dereng ma, lê belê di gelek raporan de hat bibîrxistin ku gelek kanalên piştgiriya Îxwanan dikin hatine girtin û di wê çarçoveyê de gelek tedbîr hatin girtin.

Girêdayî bandorên hilweşîna îslama siyasî li herêmê li ser dewleta Tirk, Edîb got: “Dibe ku ev yek li Tirkiyê di demek kin de rû bide. Dê bandore li AKP`ê bike. Ji ber ku hilweşîn ne hilweşîneke siyasî ya rêxistinên îslama siyasî bû, lê belê hilweşîna projeyê bû. Lewra di encama vê hilweşînê de hemû rêxistinên îslama siyasî û komên girêdayî wê li dewletên herêmê bi bin ketin. Heke em behsa hilweşîna projeyê dikin, ev hilweşîn anku binkeftin dê bigihêje hemû partiyên ku nûnertiya vê projeyê dikin.”

Edîb ev li gotinên xwe zêde kir: “Partiya Edalet û Geşkirinê li Mexribê bi bin ket, yanî dê li Tirkiyê jî bi binkeve. Azadî û Edalet li Misirê, Kîzan (xelkê sûdanê îxwanan û alîgirên îslama siyasî bi kîzan bi nav dikin) li Sûdanê bi bin ket. Dê teqez li Tirkiyê jî bi binkeve. Ez bawer dikim ku dê ev yek bi demê re pêk were.

Nivîskar û lêkolînerê Tirk Turgut Oglu rewşa li Tirkiyê wiha nirxand: “AKP`ê îslama siyasî ye. Xwedî heman fikirî ye. Di 20 salan de Erdogan bi awayekî mezin piştgiriya Erdogan kir, bi taybet di 7 salên dawîn de lê niha stratejiya Tirkiyê hat guhertin. Divê dev ji Îxwanan berde. Ji ber ku ji 7 salan ve ji ber vê têkiliya di navbera Tirkiyê û Îxwanan de têkiliyên welêt bi Sûriyê, Misir, Iraq, Îmarat û Erebistana Siûdî re bi nakok e. Ev ji bo Tirkiyê aloziyeke siyasî ya mezin e.”

Oglu wiha berdewam kir: “Ji bo çareserkirina vê aloziyê divê têkilî bi van dewletan re baş bibe. Ji Misirê, Erebîstana Siûdî û Îmaratê destpê bike heta bigihêje Şamê ku li benda vê yekê bû lê bi şerta ku dev ji Îxwanan berde yên ku bi desteka Erdogan roleke wêranker li herêmê lîst.”

ALÎGIRÊN ERDOGAN JÊ ACIZ IN

Oglu daxuyand ku Erdogan neçar maye dev ji Îxwanan berde, lê alîgirên AKP`ê ji ber vê yekê ji Erdogan bi hêrs in û wiha domand: “Di ankêtan de diyar dibe ku AKP`ê bi bin dikeve. Lê ya herî girîng hilbijartinên bê ye. Em ê bibînin bê ka devjêberdana Erdogan a ixwanan çawa bandorê li AKP`ê bike.”

BAWERÎ BI ERDOGAN NAYÊ

Oglu di nav gotinên xwe de hişyar da ku bawerî bi Erdogan nayê ji ber ku gengaze niha dev ji Îxwanan berde  û li dijî wan derkeve lê piştî çend salan heke derfet jê re peyda bibe, dê dîsa piştgiriya wan bike. Lê bes niha mecbûr e dev ji wan berde.

Oglu îşaret pê kir ku hilweşîna îslama siyasî dê bi awayekî neyînî bandorê li Tirkiyê bike. Ji ber ku hikumeta Tirk girêdayî islama siyasî ye û têkiliyên wê bi serok û kadroyên AKP`ê bi Îxwanan re xurt in. Ji wê zêdetir niha gelek rêveberên navdar ên Îxwanan li Tirkiyê dimînin.

Oglu got Erdogan bi axaftina xwe ku xalîfeya Muslimanan e, xwest kesayet, rojnamevan, kadro û pêşengên îslama siyasî li herêmê bi aliyê xwe ve bikişîne. Lê belê niha Erdogan ew hemû xapandin û divê îro heta li hundirê Tirkiyê li dijî Îxwanan tevbigere.

ÎSLAMA SIYASÎ LI ROJHILATA NAVÎN BI BIN DIKEVE Û LI ASAYA NAVÎN DERDIKEVE

Ya herî zêde balê dikişîne ew e ku li gel hilweşîna îslama siyasî li herêma Ereban, ew li Efganistanê dema Talîban welat kontrol kir derket.

Têkildarî helwesta sîstema cîhanî ya ku derfeta da ku îslama siyasî derkeve, Edîb got: “Bêguman pergala cîhanî anku civata navneteweyî yan jî dewletên mezin bi taybet Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) van rêxisitnên îslama siyasî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar anîn.”

Edîb diyar kir ku dema civata navneteweyî pê hesî ku ev tevger li ser ê wê bûye barekî giran, ew rêxistin bi tenê hişt ku ji aliyê gel ve hat redkirin.

Li gorî Edîb, civata navneteweyî wê li hemberî gel nesekine û nafikire ku civata navneteweyî dikare careke din rêxistinên îslama siyasî ferz bike.

 

 

Di vî warî de Turgut Oglu got: “Ruxmî ku îslama siyasî li herêma Rojhilata Navîn bi bin dikeve jî lê li Efganistanê fireh dibe. gelek tundrewên ji Ozbekistan, Tirkkistan û Tacekistanê dest bi tevgerê kirin ji ber ku têkiliyên wê bi Talîban re xurt in. Îslama siyasî li Rojhilata Navîn bi bin dikeve û li Asaya Navîn jî derdikeve. Helbet ev stratejiyeke navneteweyî ye.”

Oglu diyar kir hêzên mezin bi awayekî pradagmetîk tevdigerin, piraniya wan hewl didin bi Talîbanê ku berê bi nêrîna wan terorîst bû, li hev bikin û wiha domand: “Niha islama siyasî li Rojhilata Navîn bi bin dikeve û gelên welêtên ereban êdî van rêxistinan tehemûl nakin. li Tirkiyê jî îslama siyasî wê bi bin keve.

Oglu di dawiyê de got: “Dewletên mezin mîna Amerîka, Rûsya, Brîtanya, Almanya û Fransayê ji berê ve têkiliyên xurt bi Îxwanan re ava kirin û hin caran nebaş bûn. Lê niha ev têkilî qet nebaş in, ruxmî wê jî berdewam in. Ev stratejiya derve ya dewletên mezin in. Ruxmî hilweşîna Îxwanan li Rojhilata Navîn jî, lê têkilî pê re bi awayekî veşartî berdewam in. Niha tu kaxizeke din li şûna Îxwanan di destê wan hêzan de tune ye. Li Tirkiyê jî dengên gelê Tirkiyê li dijî Îxwanan zêde dibin. Niha hêzên navneteweyî girîngiyê nadin Rojhilata Navîn.”

(şx)

ANHA