QSD’ê 2 çete li Hesekê girtin

QSD’ê ragihand ku 2 çeteyên ji şaneyên DAIŞ’ê ku beşdarî plan û êrişên li dijî hêzên leşkerî û ewlehî bûbûn, girtin.

QSD’ê 2 çete li Hesekê girtin
22 îlon, 2021   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:

"QSD’ê bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî 2 çeteyên girêdayî rêxistinên terorî ku berê êrişên li dijî hêzên leşkerî û ewlehî li herêmên Hesekê û gundewarên wê pêk dianîn, girtin.

Operasyona girtina çeteyan li gorî agahiyên îstîxbaratî li taxa El-Bomeîş a Hesekê pêk hat, her wiha çek, cebilxane û hin belgeyên wan hatin desteserkirin.

Ev operasyon di çarçoveya kedên QSD’ê yên pêkanîna ewlehî û aramiyê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat."

(fr)

ANHA