‛Em ê têkoşînê ji bo pêkanîna edaletê ji Hevrîn Xelef re bidomînin’

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê endamên Meclisa Jinên Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinên Zenobiya da zanîn ku bi rihê vîna jina azad ew ê têkoşînê bilind bikin.

‛Em ê têkoşînê ji bo pêkanîna edaletê ji Hevrîn Xelef re bidomînin’
22 îlon, 2021   14:29
MINBIC

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dikeve 21`ê Îlonê, Meclisa Jinên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê piştgiriya xwe ji hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên cîhanê re nîşan da.

Jinan pankartên "Bi hev re ber bi aştiyê ve..Edalet ji Hevrîn Xelef re", "Ji qetilkirin û zilmê re êdî bes e", "Ji mafên me ye ku em bi aştî bijîn" û "Na ji dagirkeriya Tirk re erê ji aştiyê û edaletê re" hildan.

Endamên Meclisa Jinên Partiya Sûriya Pêşerojê û endamên Kombûna Jinên Zenobiya ya Minbicê li baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef yê li aliyê rojhilatê bajarê Minbicê kom bûn û tev li çalakiyê piştgiriyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, berdevka Meclisa Jinên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir axivî û hemû jinên azadîxwaz û aştîxwaz silav kir û got: "Bi rihê jina azad em her cure tundiyê red dikin, em têkoşînê berdewam dikin û li cîhanê hewldana pêkanîna edaldet û aştiyê dikin."

Îbtîsam Elbdulqadir bal kişand ser rewşa jinan a li herêmên dagirkirî û ev tişt got: "Ka aştî? Çima hîn jî jin têne qetilkirin, her wiha zarokên bêguneh li wir têne qetilkirin û li herêmên dagirkirî azadiya mirovan tê binpêkirin. Li herêmên dagirkirî sûcên dermirovî tên kirin, şêniyên resen tên koçberkirin û demografiya herêmê tê guhartin û çand şêniyên tê qirkirin."

Îbtîsam diyar kir ku dê dîrok bibe şahidê van sûcên hovane û şehîdxistina sekretêra Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku ji bo misogerkirina aştiya di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de têkoşiya.

Meclisa Jinên Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinên Zenobiya ya Minbicê bang li NY`yê kir ku têkildarî rewşa Sûriyê çareseriyê li gorî biryara 2254 bibîne, her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku nirxên mirovahiyê biparêzin da ku aştî û aramî li cîhanê misoger bibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nK1I7Ju_tek" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>