Enwer Muslim: Ji bo ku em di projeya xwe de bi ser bikevin, divê em hevgirtî bin

Hevserokê PYD`ê Enwer Muslim bi wesîleya salvegera 18`emîn a damezrandina partiyê de axivî û got: "Heke em bixwazin di projeya xwe ya demokratîk a li herêmê de bi ser bikeve, divê her ferdek ji civaka me berpirsyariyê rake, da ku zextên dewleta Tirk a dagirker derbas bikin."

Enwer Muslim: Ji bo ku em di projeya xwe de bi ser bikevin, divê em hevgirtî bin
20 îlon, 2021   16:47
KOBANÊ

Bi boneya salvegera 18`emîn a damezrandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) rêveberiya partiyê ya herêma Firatê, şahiyek li akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya li gundê Helincê yê başûrê bajarê Kobanê li dar xist.

Ji ber qedexeya ji ber vîrusa Koronayê hatiye ragihandin, tenê endamên PYD`ê beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi deqeya rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir. Dûvre hevserokê PYD`ê Enwer Muslim axivî û behsa dîroka partiyê kir.

/ar/uploads/files/2021/09/20/160110_anwr-mslm.webp

Enwer Muslim diyar kir ku partiya wan di pêvajoya salên derbasbûyî de, zor û zehmetî derbas kirin û wiha dewam kir: "Me zor û zehmetî dîtin, ji ber ku rejîma faşîst a hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker bi rêya peymanan hewldana tunekirine me dikirin. Ger em bixwazin di projeya xwe de bi ser bikevin û wan planan têk bibin, divê her ferdek di civaka me bi berpirsyartiya xwe rabe.''

Muslim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Partiya me xwedî projeyeke neteweyî  ya gel e, ji ber vê yekê di projeya xwe de bi ser ket û di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de rola xwe lîst. Her wiha hişt ku gelê herêmê bi xwe xwe bi rêve bibe, ji lew re Tirkiye hewldana têkbirina projeya me ya li herêmê bi giştî  û qada kurdî bi taybet dike. Di encamê de gelek herêmên me dagir kirin.''

Di dawiyê de Enwer Muslim bal kişand ser êrişên dewleta Trk û got: "Çiyayên Kurdistanê jî ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker nefilitînin, mixabin PDK`ê destekê dide wê, di dawiyê hêvîdar in ku ev partî dûrî Tirkan bikeve û li xeta neteweyî ya kurdistanî vegere."

(eh)

ANHA