​​​​​​​Pêkanîna bendên lihevkirinê li rojavayê Derayê berdewam e

Di çarçoveya pêkanîna lihevkirina komîteya ewlehiyê û rûspiyên Tefesê de û piştî çareserkirina rewşa 500 çekdarên xwecih, hêzên hikumeta Şamê îro bi ser malên bajarê Tefesê yê li rojavayê Derayê de girt.

​​​​​​​Pêkanîna bendên lihevkirinê li rojavayê Derayê berdewam e
20 îlon, 2021   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di çarçoveya pêkanîna lihevkirina hikumeta Şamê, Rûsya û rûspiyên Tefesê de îro hêzên hikumeta Şamê bi ser malên bajarê li rojavayê Derayê de girt.

Ev operasyon piştî ku rewşa zêdetirî 500 çekdarên xwecih û sivîlên ku divê erka leşkeriyê pêk bînin, li dar ket.

SOHR`ê duh ragihandibû ku efserên hikumeta Şamê ji rûspiyên Tefesê gelek pere xwest lê sedemên vê yekê nehatin zanîn. Li gorî SOHR`ê rûspiyên Tefesê 300 milyon lîreyên Sûriyê anku 85 hezar dolar berhev kiriye û daye wan.

Piştî ku hikumeta Şamê daxwaza radestkirina hejmareke mezin a çekan kir, xebatên çareserkirinê duh li Tefesê rawestiyabûn. Lê piştre ev xebat ji nû ve dest pê kir û polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê îro derbasî Tefesê bûn û bi ser malan de girt.

 (şx)