Komîteya Enerjiyê a Reqayê hewl dide kehrebeyê bigihîne tevahiya bajêr

Komîteya Enerjiyê û Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Reqayê bê navber dixebite da ku kehrebeyê ji nû ve bigihîne tevahiya bajêr.

Komîteya Enerjiyê a Reqayê hewl dide kehrebeyê bigihîne tevahiya bajêr
20 îlon, 2021   08:55
REQA - EHMED ESAF

Komîteya Enerjiyê û Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Reqayê li taxên Diriye, Taxa Kehrebe û Firatê yên bajêr xebatên xwe dimeşîne.

Li gorî hevserokê komîteyê endezyar El-Lawaş wan proje li deverên ku kehrebe lê tune ye, dane destpêkirin. El-Lawaş bi bîr xist ku li stasyona Reqayê xebat berdewam in.

Li Reqayê ji ber şerên lê rû dane, binesaziya kehrebeyê bi rêjeya ji sedî sed wêran bûbû.

Li gorî Komîteya Enerjiyê û Peywendiyan niha bi rêjeya ji sedî 65 kehrebe gihaştiye bajêr û ji bo kehrebe bigihêje tevahiya bajêr, xebat berdewam in.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ELyCx_YaqoM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>