​​​​​​​Şêniyên gundê Ereb Hesen: Em li hemberî topbaranê li ber xwe didin

Şêniyên gundê Ereb Hesen ê li bakurê Minbicê tevî ku rastî topbarana dijwar tên jî, teqezî li ser berxwedana li hember dewleta Tirk a dagirker kir.

​​​​​​​Şêniyên gundê Ereb Hesen: Em li hemberî topbaranê li ber xwe didin
20 îlon, 2021   09:04
MINBIC – SELWA ABDUREHMAN

Gundewarên Minbicê bi çekên giran rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Zehra El-Mihemed ku ji gundê Ereb Hesen ê Minbicê yê li ser çemê Sacûre (Xeta di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk de) wiha got: "Dewleta Tirk bi şev û roj me topbaran dike."

‘EM DEV JI MALA XWE BERNADIN‘

Zehra wiha domand: "Topbaran di saetên derengiya şevê û di saetên berbanga sibê de tê kirin. Em dev ji mala xwe bernandin û ji çete û dewleta Tirk re nahêlin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn di mala xwe de bin û em ji topên wan natirsin."

Her wiha Zehra destnîşan kir ku hin sewalên wê hebûne, lê ji ber topbarana dewleta Tirk mirar bûne.

Zehra diyar kir ku zeviya wê li aliyê çem ê din heye, lê ew ji ber topbarana dewleta Tirk nikare biçîne.

Zehra piştrast kir ku ne ew tenê nikare zeviyên xwe biçîne, hemû cîranên wê jî ji dema ku dewleta Tirk herêm dagir kiriye zeviyên xwe naçînin. Zehra her wiha piştrast kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minicê wan ji dewleta Tirk û çeteyên wê diparêzin û bi şev û roj li hember êrişên li ser xeta şer, li ber xwe didin.

Zarokê bi navê Xalid Xemîs jî ku ji gundê Ereb Hesen e, got gelek caran dewleta Tirk dibistana wan topbaran kir û ji ber wê jî gelek caran ji xwendina xwe dûr ketin.  Xalid piştrast kir ku ew niha diçin dibistanê û topbarana dewleta Tirk careke din wan ji xwendina wan dûr naxe.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RN_Bsy_oo7E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>