Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 262 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro 262 kesên din bi covid-19 ketine, 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 kes baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 262 kesên din bi Koronayê ketin
20 îlon, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku kesên bi Koronayê ketine 164 mêr, 98 jî jin in.

Desteyê diyar kir ku 8 kesên din baş bûne û kesên jiyana xwe ji dest daye jinek ji Qamişlo û mêrek ji Kobanê ne.

Bi van daneyan, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 hezar û 18 kes bi Koronayê ketine, 842 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 66 kes baş bûne.

(cx)

ANHA