​​​​​​​Bi vîneke xurt astengdariya xwe derbas kir

​​​​​​​Bi çandinî û îradeyeke xurt astengdariya xwe derbas kir û bi vî awayî di demeke nêz de ji malbata xwe re bû alîkar.

​​​​​​​Bi vîneke xurt astengdariya xwe derbas kir
20 îlon, 2021   08:40
QAMIŞLO - KADAR ÎBRAHÎM

Astengdarî li pêş gelek kesan nabe bend, ji ber ku dema îrade xurt be; zora astengdarbûnê dibe û mirov dikare gelek astengiyên jiyanê derbas bike.

Girêdan û hezkirina wan a ji jiyanê re, hişt ku kesayeta wan xurt bibe û di civakê de bi roleke girîng bilîzin. Her wiha astengdarî li pêşiya bicihanîna hemû erkên xwe nakin kelem û gelek caran dibin mînaka vîna xurt û hêviyê.

Welîd Îskan ê ji gundê Elî Berdan ê rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê, di civakê de mînaka vîn û hêviyê ye. Ji ber ku Welîd di baxçeyê mala xwe de dixebite û sebzeyan diçîne da ku ji malbata xwe re bibe alîkar.

Welîd Îskan (38), ji du saliya xwe ve ji lingê xwe yê rastê astengdar e, lê dîsa jî bi îradeya xwe û piştevaniya malbatê astengdariya xwe derbas kiriye. Îskan xwendina xwe ya seretayî û navîn bi dawî kiriye û piştre zewiciye û niha zarokeke wî ya deh salî heye.

Têkildarî mijarê Îskan wiha axivî: "Ez ji ber ‘febrile seizure’ astengdar bûn. Ji bo min bûbû kelem ku jiyana xwe mîna zarokên din bidomînim. Lê bi saya piştgiriya malbata min, min bi awayekî xwezayî jiyana xwe berdewam kir û xwendina xwe jî temam kir."

Welîd Îskan ev li axaftina xwe zêde kir: "Hezkirina min a ji çandiniyê re, hişt ku ez karê çandiniyê bikim, ji ber ku li herêmên me baştirîn jêdera jiyanê ye. Di jiyana xwe de li şûna lingê xwe yê rastê; ez gopalê bi kar tînim. Bi demê re min piskilêtekî biçûk kirî, da ku hemû hewcedariyên xwe yên civakî û debarê pê bi cih bînim."

Di pêvajoya çend salên dawî de, ji ber ku ambargo li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ferzkirinm, kel û pelan buha bûn û pê re jî girîngiya çandiniya li malê derket pêş. Ji lew re welatiyan bi derfetên kêm li malên xwe dest bi çandina bexçeyan û projeyên biçûk kirin da ku pê debara xwe bikin.

Îskan di qada çandiniyê de bi ser ket, di bostanê xwe yê 2 donimî de ku nêzî mala wî ye, sebze çandin, berhemên wê difroşe welatiyên herêmê. Bi qezenca frotina sebzeyan hewcedariyên malbata xwe dabîn dike, her wiha genim û ceh jî diçîne.

Îskan xwe di nava civakê de mirovekî kêrhatî dibîne û wiha got: "Astengdarî bi mêjiyê mirovan ve girêdayî ye ne bi laş ve dema ku di karê xwe de xwe dispêre kesên derdorê. Lê madam ez bi xwe karê xwe dikim wê demê ez di civaka xwe de mirovekî sax û kêrhatî me."

ASTENGDARÎ NABE KELEM

Welîd Îskan got jiyan bê zor û zehmetiyan derbas nabe, lê bi hevkarî û îradeya xurt mirov dikare bi rûmet û kêfxweşî bijî.

Welîd Îskan bang li kesên astengdar kir ku di wê baweriyê de bin ku seqetî li pêşiya mirovan nabe kelem û divê bi xwe karê xwe bikin, da ku jiyana xwe bi awayekî normal derbas bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E5SRjfBk_jc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>