Li başûrê Hesekê saetên dayîna kehrebeyê zêde bûn

Li herêmên başûr navenda kantona Hesekê saetên dayîna kehrebeyê zêde bûye. Rêveberên Saziya Kehrebeyê dibêjin heke binesazî û toreyên enerjiyê neyên xirakirin û şênî pereyên kehrebeyê bi rêk û pêk bidin, ew ê kehrebeyê rojê 10 saetan bidin.

Li başûrê Hesekê saetên dayîna kehrebeyê zêde bûn
20 îlon, 2021   08:36
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Li herêma başûrê kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kehrebe baş bûye. Di rojên dawîn de rojane ji 6 heta 8 saetan kehrebe dihat dayîn beriya wê jî rojane tenê 2 saetan bû.

Projeya dayîna kehrebeyê ji navçeya Şedadê û gundewarên wê re di 6`ê Tîrmeha 2020`an de dest pê kiribû. Proje ji aliyê Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ve bi rêya pompên gazê ji zeviyên Cebise dihat dayîn û lêçûna wê 60 milyon dolar bû.

Bi rêya projeyê kehrebe ji herêmê re dihat dayîn, lê belê gelek caran hate rawestandin. Ew jî ji ber diziya zêde û lîstina bi toreya giştî, diziya hesinê bircên kerebeyê û xistina hinek bircan, her wiha ji ber xirabûna pompeyan bû.

Li gorî Saziya Kehrebeyê ya navçeya Şedadê, sedema başbûna kehrebeyê li navçeya Şedadê û gundewarên wê ew ku werşeyên sererastkirinê yên girêdayî Gerîndetiya Kehrebeyê xebatên sererastkirina bircên ku ji aliyê hin kesan ve hatibûn dizîn, bi dawî kir.

Werşeyan sererastkirina pompên gazê yên stasyona kehrebeyê di zeviyê Cebise de bi dawî kir. Saetên xebitandina stasyonê bûn 8 saet, her wiha tora giştî ku stasyonê bi navçe û gundewarên wê ve girê dide, hate sererastkirin.

Stasyona kehrebeyê ya zeviyê Cebise kehrebeyê dide herêma başûr, başûr rojhilatê bajarê Hesekê, di navde Hol, Erîşe, 47, Şedadê û gundewarên wê, Deşîşe, bajarokê Mergeda yê li başûr. Kehrebeya wê jî 30 mîga wat bi rêya 3 pomeyên gazê û jenetorên sereke 66 kîlo Fahrenheite.

Hevseroka saziya Kehrebeyê ya navçeya Şedadê Duha El-Teraf derbarê başbûna berçav a kehrebeyê ji ANHA`yê re wiha got: "Ji ber xebatê sererastkirinê ku di herdu pomeyên stasyona Cebise de hatin çêkirin her wiha sererastkirina xetan, saetên dayîna kehrebeyê baş bûye."

Duha diyar kir ku diziya jenetor, birc û kablan li gundan, ji astengiyên sereke bûn ku li pêû saizyê derdiketin û diyar kir ku piştî ku xebatê sererastkirinê bi dawî bûn, kehrebe baş bû.

Duha destnîşan kir ku dizî û talankirina binesaziyê, bandoreke neyînî li şêniyan kir û wiha dewam kir: “Divê şênî parastina mal û milkên giştî bikin, destekê bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyê.”

Duha wiha pêde çû: "Ji aliyekî din ve jî û ji bo misogeriya berdewamiya kehrebeyê, divê şênî heqê kehrebeyê bidin (cîbayê), heger xirakirinek çêbe yekser were sererastkirin." 

Duha El-Teraf soz da şêniyên herêmên başûrê Hesekê û got eger şênî li gorî prespektîfên saziyê tev bigerin, dê kehrebe rojane 10 saetan were dayîn.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XuytfVv6_fY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>