Di ser revandina Cîhad Hesen re 103 roj derbas bûn

Ev 103 roj in çarenûsa nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûr Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK`ê ve hatiye revandin, nayê zanîn. Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê diyar kiribû ku tenduristiya Cîhad Hesen ne başe.

Di ser revandina Cîhad Hesen re 103 roj derbas bûn
20 îlon, 2021   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

29`ê Tîrmehê, du endamên têkiliyan ên PYD`ê piştî 50 rojî ji revandina wan ji aliyê PDK`ê ve serbest hatin berdan. Lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen hîna revandî ye û rewşa wî ya tenduristî xirab e.

(cx)

ANHA