Dera û lihevanîn…Derbeya dawîn li dijî "dergûşa şoreşê"

Lihevkirinên dawî yên li bejahiyên rojavayê Derayê di çarçoveya planên Rûsyayê de ne da ku bendên peymana lihevanînê ya 2018’an biguherîne û ji nûve hêzên hikumeta Şamê li başûrê welat bi giştî serwer bike.

Dera û lihevanîn…Derbeya dawîn li dijî "dergûşa şoreşê"
20 îlon, 2021   07:10
DERA-YÛSIF ELÎ

Komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê roja şemiyê derbasî bajarê Tefes ê herî mezin li rojavayê Derayê bûn. Tefes bi dijbertiya xwe li hemberî hikumeta Şamê tê nasîn. Di wî bajarî de gelek berpirsên û endamên komên çekdar hene. Li gorî peymana lihevanînê ya 2018’an ew çekdar li wê herêmê dimînin.

Komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê ji bo pêkanîna bendên lihevkirinê yên berê, ev yek jî bi lihevkirina bi komîteya navendî re pêk hat. Piştî ku li gelek bajarokên dîtir ên rojavayê Derayê ew bend hatin pêkanîn, mîna Dera El-Beled, Yawûdiyê û Mizêrîb.

Armanca hikumeta Şamê û Rûsyayê ji van peymanan, bendên peymana lihevanîna ya 2018’an biguherîne. Ji ber di wê peymanê hişt ku komên çekdar ên herêmî çekên xwe yên sivik li gel xwe bihêlin. Bi wê re Rûsya û hikumeta Şamê armanc dikin ku vê bendê rakin. Eger kesên li dijî vê biryarê derkevin, wê neçar bimînin ku derbasî bakurê Sûriyê bibin.

Bajarokên ku hêzên hikumeta Şamê derbas bûne yên bejahiyên rojavayê Derayê, endamên xwe li wan herêman belav kirin û ala hikumeta Şamê bilind kirin. Ew yek jî destnîşan dike ku hikumeta Şamê serwerî li tevahî Derayê kiriye.

Piştî derbasbûna hêzên hikumeta Şamê li bajarokên berê, navenda koordînasyonê ya Rûsyayê hat ragihandin û bi wê re alîkariyên xwarinê li welatiyên rewşên xwe sererast kirin hatin belavkirin û xebata lihevanînê hatin destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de fermandarê navenda koordînasyonê ya Rûsyayê li Sûriyê Felagan wiha gotibû: "Navend hewl dide bi hevkariya bi aliyên têkildar ên li parêzgehê re alîkariya welatiyên li derveyî herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de bike, da ku vegerin war û gundên xwe."

Welatiyekî filistînî û xwedî nasnameya sûrî ye Mihemed Cafî yê ji bajarokê Mizêrîb got tevî ku bajarokê wî biçûk e, lê ew naxwaze ji bajarokê xwe derkeve.

Welatiyên Mizêrîbê ji ajansa me re got hêzên hikumeta Şamê li malan li çek û cebilxaneyan gerîn.

QEBÛLKIRINA LIHEVANÎNÊ AN JÎ OPERASYONA LEŞKERÎ

Ji dema peymana lihevanîn a 2018’an ve ku hêzên hikumeta Şamê serwerî li herêmê kir û çek li gel çekdaran ma, bajarê Dera di rewşeke xerab re derbas bû. Her wiha kiryarên siûqastkirin belav bûn û êrişên dualî yên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdaran de çêbûn.

Çavkaniyê herêmî ji Derayê ji ajansa me re daxuyand ku Rûsya planeke nû ji bo girtina dosyaya Dera pêşkêş kir. Li gorî çavkaniyan Rûsya destpêkê ji hêzên hikumeta Şamê xwest ku êrişan pêk bîne, da ku bikaribe derbas bibe û dosyayê çareser bike.

Çavkaniyan da zanîn ku însiyatîfa Rûsya ji bo derbasbûna hêzên hikumeta Şamê li Derayê bêyî şer şansek bû û wiha got: "Li gorî pêşniyara Rûsyayê ev şansê dawî bû. Heke rûspiyên Dera û çekdarên alîgirên Şamê girîngiyê nedin vê însiyatîfê dê çare leşkerî be."

Beriya Rûsya pêşniyara xwe ya derbasbûna li Dera bi awayekî aştiyane bike, herêm ji Hezîrana borî ve di ambargoyeke tund de bû, piştre hikumeta Şamê hêzên xwe yên leşkerî yên mezin sewqî herêmên rojavayê Derayê kirin û komên bi piştevaniya Îranê bi destekdayîna Fireqa 4’an a hêzên hikumeta Şamê êrişê Dera kir.

Bi dirêjahiya du mehan, Firqeya 4’an nehişt xwarin, derman û sotemenî derbasî bajêr bibe, da ku çekdaran di bin zexta welatiyan de neçarî radestbûnê bike. Her wiha hêzên hikumeta Şamê navendên çavdêriyê li seranserî rêya lez a di navbera Şamê û nuqteyên sînorê Urdinê de ava kirin.

Girêdayî mijarê, şirovekarê siyasî Samir Ednan wiha got: "Dijberên hikumeta Şamê yên li Derayê dîtin ku hêzên hikumeta Şamê ber bi herêmên wan ve tên û ambargoyê li ser wan tund dikin. Ji lew re ew radest bûn û çekên xwe danîn."

DERBEYA DAWÎ LI "DERGÛŞA ŞOREŞÊ" YE

Dera ku bi "Dergûşa şoreşê" tê nasîn, ji wir çirûska destpêkê ya xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê dest pê kir û ji wir hikumeta Şamê serweriya li ser herêman winda kir.

Hikumeta Şamê bi vê peymanê eşkere dike ku wê şoreş û dergûşa wê têk bir.

Têkildarî mijarê, rojnamevanê sûrî yê ji Dera ku li Fransayê dimîne Teysîr Bekir wiha got: "Ez dibînim ku di bilindkirina ala hikumeta Şamê li ser mizgeftên li Derayê de mîna derbeya dawî li dergûşa şoreşê ye."

Bekir wiha bi dawî kir: "Bi vegera serweriya hikumeta Şamê li parêzgeha Derayê re daîreyên ewlehî yên hikumeta Şamê zêde bûn. Diyar e dê rê di navbera Şam û Umanê de were vekirin."

(fr)

ANHA