'Dagirkirina rojavayê Lîbyayê ji aliyê dewleta Tirk ve gefan li hilbijartinan dixwe'

Şîrovekarê siyasî yê lîbî Ridwan El-Feytûrî got, dagirkirina herêma rojavayê Lîbyayê ji aliyê dewleta Tirk ve gefan li hilbijartinan dixwe û lidarxistina wan di dema wê de asteng dike. Her wiha îşaret bi avakirina pireke hewayî di navbera Tirkiyê û rojavayê Lîbyayê de kir.

'Dagirkirina rojavayê Lîbyayê ji aliyê dewleta Tirk ve gefan li hilbijartinan dixwe'
20 îlon, 2021   07:01
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Şîrovekarê siyasî yê ji Lîbyayê Ridwan El-Feytûrî hebûna dewleta Tirk a dagirker li Lîbyayê şermzar kir û wekî “dagirkirineke berçav, eşkere û yekser” bi nav kir.

El-Feytûrî ji ANHA`yê re wiha axivî: "Beriya çend rojan me şerê di navbera mîlîsên 444 û mîlîsên Xinêwa û alîgirên wan de dît. Mîlîsên 444 odeya operasyonên wê bi temamî li Tirkiyê ye û yekser fermanan ji wir digire, her wiha li gorî mukirhatinên wan ku pereyên taybet ji bo wan hatine veqetandin.”

DEWLETA TIRK DIXWAZE DEMDIRÊJ BIMÎNE.. JI LEWRE HILBIJARTIN NÎN IN

El-Feyûtrî di dewama nirxandina xwe diyar kir ku ew mîlîsên navborî di bin serweriya dewleta Tirk de ne û fermanên xwe ji “Erkan Kertûnî” lê belê ji wan digire. Her wiha destnîşan kir şerê ku di navbera mîlîsên li Terablusê û mîlîsên Misratayê de rû dide ji bo serweriya li Terablusê ye.

El-Feytûrî da zanîn ku dewleta Tirk hebûna xwe berfireh dike, li her bajarekî biçûk balafirgehekê, baregeheke biçûk yan jî baregeheke deryayî ava dike û hewl dide bi dehan salan li wir bimîne bêyî ku pîvan û biryarên Meclisa Ewlehiyê pêk bîne.

El-Feytûrî bi bîr xist ku dewleta Tirk hemû biryarên civaka navneteweyî binpê dike, di baregeha El-Wetiye de saziyên nû ava dike, çekên nû werdigire û wiha pêde çû: "Agahî hene ku pireke hewayî di navbera Tirkiyê û herêma rojava de dê were avakirin ji bo bu hezeran Efganan tê re bişînin."

El-Feytûrî got, rojavayê Lîbyayê ji aliyê dewleta Tirk ve bi temamî hatiye dagirkirin, Enqere ev yek eşkere kir, heger ne wisa be çima berpirsên Tirk li balafirgeha Miêtîqayê bi efserên xwe re dicivin û nahêlin ku kesekî lîbî derbasî odeyên operasyonan li Miêtîqayê bibe.

El-Feytûrî destnîşan kir ku komên çekdar ên Lîbyayê leşkerên dilsoz ên dewetla Tirk li rojavayê Lîbyayê ne û heger rewş bi vî rengî dewam bike dê hilbijartin neyên lidarxistin.

Şîrovekarê siyasî Ridwan El-Feytûrî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hûn behsa kîjan hilbijartinan diki. Di rastiyê de şerekî bi çekên giran, sivik, binpêkirinên dewleta Tirk li Lîbyayê hene û ev jî dagirkirina welat e."

(bx)

ANHA