‘PDK li dijî gelê Kurd di nava xiyanetê de ye’

Endama Kongreya Star a Helebê Nêrgiz Bekir diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî gerîlayên azadiyê roleke xirab dilîze, lê ev rola xerab li ser hemû destkeftiyên Kurdan xeterîyê çêdike.

‘PDK li dijî gelê Kurd di nava xiyanetê de ye’
20 îlon, 2021   06:30
HELEB-LEYAL LORÎN

Her ku diçe di nava gelê Kurd de, li dijî xiyant û dijminatiya PDK’ê û hêzên wê yên tarî bertek û nerazîbûnên Kurdistaniyan zêde dibin.

Endama Têkiliyên Derve ya Helebê Nêrgiz Berkir ku têkildarî xiyaneta PDK’ê hemû gele Kurd hişyar kir, got ku PDK û ENKS`ê li keleka dagirkeriya dewleta Tirk bi awayekî vekirî dijmintaya gele Kurd dikin.

‘PDK LI QADÊN ÇIYAYÊN AZAD GERÎLA ŞEHÎD DIXIN’

Endama Têkiliyên Derve ya Kongreya Star a Helebê Nêrgiz Bekir da zanîn ku bi destê dewleta Tirk a dagirker û bi desteka PDK’ê êrişeke dijminane û nemerdane li dijî gerîlayên azadiyê heye û gerîla bi destê PDK’ê têne şehîdxistin. Nêrgiz Bekir got: “Dewleta Tirk a faşist bi hevkariya dewletên hegemon û bi desteka PDK’ê êrişî hemû destkeftiyên gelê Kurd dike. Bi destê PDK’ê li qadên çiyayên azad, gerîlayên azadiyê şehîd dixin. PDK’ê ji sala 1990’î ve li keleka dewleta Tirk li dijî gerîla di nava xiyanetê de cih digire. Gelek caran li pêşiya gerîla kemîn danîne û bi destên wan gerîla şehîd bûne. Îro jî careke din bi heman hişmendiyê li keleka dewleta Tirk a qirker û faşîst êrişî gerîla dikin. Ya rast di şexsê gerîlayên azadiyê de êrişî hemû destkeftiyên gelê Kurd dikin.”

‘PDK HER DEM LI DIJÎ AZADIYÊ DIJBERTÎ KIRIYE’

Bekir şerê ku bi destê PDK’ê li dijî gerîlayên Kurdistan tê meşandin bi  xiyanetê pênasekir û wiha domand: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kurdistanê, li dijî xeta azadiyê, ji bo berjendeiyên xwe yên eşîrtî û malbatî, dixwaze xeta xiyanetê pêşbixe. Raste rast li dijî gelê Kurd, di nava şereke mezin de ye. Siyaseta PDK’ê hebûna xwe ji hêza dewleta Tirk a dagirker digire. Lê em ne ew Kurdên berê ne. Em ew Kurdên ku dest û dilên xwe têxe ser wijdana xwe û li gorî heqîqet û azadiya xwe tê bikoşen e.

‘GER KU EV NE DIJMANTÎ BE ÇİYE?

Nêrgiz Bekir balkişand ser êriş û sûcên dewleta Tirk ku li Efrînê li dijî gelê Kurd pêk tên û got, ku PDK`ê ji wan sûcan jî berpirsyar e.

Endama Kongra Star a Helebê Nêrgiz Bekir axaftinên xwe wiha domand: “Ger ku kiryar û sûcên niha komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk rojane li Efrînê dikin jî bi desteka PDK’ê û hêzên wê yên tarî pêk tên. Sûc û kiryarên pir mezin bi destê çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk tên kirin, lê bi ser de jî ev hêzên xayîn û dijber bang dikin ku gel di van şert mercan de vegerin Efrînê. Ger ku ev ne dijberî dijmantiya gelê Kurd be, ma êdî wê çibe?

Nêrgiz Bekir axaftina xwe wiha dawî kir: “Em ê ji bo rizgariya Efrînê û azadiya gelê Kurd berxwedana xwe bidomînin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/egf2g4zx7V8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>