Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên "bêçek" bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê 9 caran êrişî herêmên "bêçek" kirin. Di encamê de kesek hat kuştin.

Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên "bêçek" bombebaran kir
18 îlon, 2021   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê êrişên xwe yên li dijî herêma "bêçek" ên bakur rojavayê Sûriyê zêde kirine. Di vê çarçoveyê de, balafirên şer 9 caran deverên cuda yên herêmên "bêçek" kirin armanc.

Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên li bejahiya El-Kabana û El-Xidir ên Çiyayê El-Ekrad ê li bakurê Laziqiyê, her wiha herêmên El-Bara yên Çiyayê El-Zawiyê yê başûrê Idlibê, gundê El-Kînda yê gundewarê rojavayê Idlibê, kirin armanc. Di encamê de kesek li gundê El-Kînda hate kuştin.

Di heman demê de, balafirên şer ên Rûsyayê duh li asîmanê herêmên "bêçek" û herêmên gundewarê Helebê ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, geriya.

(dx)