Ev ‘Şoreşa Îlonê’ çi şoreşek e

Ev ‘Şoreşa Îlonê’ çi şoreşek e
17 îlon, 2021   00:15

RAUF KARAKOÇAN

Divê mirov hinekî bala xwe bide ser rûdanên di sala 1961’an de ku jê re “Şoreşa Îlonê” tê  gotin. Wekî her sal, îsal jî PDK’ê bi minasebeta salvegera ‘Şoreşa Îlonê’ hemaseta xwe kir û hinekî jî wêdetir bir. Hema bêje paşxaneya dîrokî ya gelê Kurd qet nedît û dîroka Kurdan bi tene bi vê şoreşê ve girê dan. Bi gotinên wekî yekitî, îlham, roja rûmetê û hwd ku naveroka xwe vala ne, dîrok bi bîr anîn. Her çi destkeftiyek Kurdan hebe, bi çi awayî dibe bila bibe, deskeftiya gel e û qedrê xwe di ser her tiştî re ye. Lê mixabin rastiya mijarê qet jî ne wisa ye.

Heke destkeftiyên şerê li dijî hikumeta Iraqê yê di 11’ê Îlona 1961 de (ku wek destkeftî bê dîtin) bi têgeha şoreşê bên şîrovekirin, divê em bizanin ka ev şoreşeke çawa ye. Hem pêvajoya xwe ya dîrokî, hem jî rewşa civakî û çawaniya desthilatê ya roja îro, bên lêkolînkirin. Divê taybetmendiyên şoreşê, rastiya rêbertî, perspektîfa wê ya îdeolojîk çi ye, karaktera wê ya çînî û armancên wê bên lêkolînkirin.

Civaka Kurdan civakeke feodal e ku di pêvajoya sala 1940’î de dema ku PDK hate avakirin, tevgereke xwedî rêbertiyeke olî bû. Rewşeke bi heman rengî li Bakurê Kurdistanê jî heye; Şêx Seîd, Seyîd Riza û hwd. Beriya wan jî Şêx Ubeydullahê Nehî û Şêx Mehmûd Berzencî û gelekên din di dîroka Kurdan de girîng in. Ji ber karaktera wê serdemê, serokeşîr, zanayên olî, mîr, beg û axa rêberên xwezayî yên wê pêvajoya dîrokî ne. Rêberên gelek serhildanan serokeşîr in ku di nava civakê xwe xwedî gotin in.

Dema ku mirov bala xwe dide wan rêberên wê serdema feodal, ji aliyê rêbaza xwe ya pêşengiyê û armancên xwe ve, tê dîtin ku têkçûn teqez e. Hem li dijî hêzên global hem jî li dijî dagirkeriya herêmî, şansê wan ê ku serkeftineke siyasî yan jî leşkerî bi dest bixin, gelekî qels bû.

Li Başûr tevgera PDK’ê ya bi serkêşiya melayan jî bi heman rengî ye. Rewşa Iraqê ya wê demê jî gelekî cuda ye. Di sala 1958’an de Ebdulkerîm Qasim bi derbeyeke leşkerî hate ser desthilatê û her çend temsîliyeta nîjadperestiya Baasê dikir jî, serbixwebûna Iraqê dixwest. Heta ji bo ku desteka Kurdan û komunîstan bigire jî, hin soz dan. Di destûra Iraqê ya demkî de hin xal bi cih kirin ku nasnameya Kurdan pê dihate naskirin. Heta ji Kurdan re soza otonomiye dabû ku Kerkûk jî digirt nava xwe. Li ser vê yekê Mela Mistefa Barzanî ku wê demê li Sovyetê bû, vegeriya Iraqê û dest bi hevdîtinan kir.

Rêbertiya Kurdan a nîjadperest ji vê rewşa karîger jî sûd wernegirt. Ji belgeyên di arşîvan de jî xuya dibe ku Mistefa Barzanî, Qurana di destê xwe de nîşan dide û dibêje “Em pergaleke li gorî vê dixwazin” û pêşeroja gelê Kurd û Kurdistanê heçku heba dike. Ji sozên Qasim jî têra xwe sûd nehatiye wergirtin. Bi lîstokên hêzên derve xapiyane û destkeftî bi yekcarî hatine tunekirin. Ji ber ku rêbaz û kesayeta wê serdemê ji fikra neteweyî dûr e. Piştî wê di sala 1975’an de têkçûneke mezin çêdibe û rûpelek reş li dîroka Başûrê Kurdistanê zêde dikin.

Di danezana rêveberiya PDK'ê de du vebijêrk danîn pêşiya gel. Di banga li raya giştî de banga “teslîm bibin an jî koçber bibin” hat kirin. Piştre bi sedan pêşmerge xwe dikujin û bi deh hezaran niştecihên bêhêvî jî malên xwe diterikînin û dibin penaber. Teslîmiyet û pêvajoya serberjêriyê rê li ber têkçûneke bi temamî ya Başûr vekir.

Di sala 1979’an de berê çekan li hundir vedigere û nêzî 700 pêşmerge hatin qetilkirin ku di nav de Elî Esker jî hebû. Dema ku Elî Esker û 2 fermandarên hevalên wî tên girtin, ji pêşengên PDK'ê Samî Ebdurrahman dibêje “zilamê mezin bi çeka mezin tê kuştin” û bi roketê wan dikuje. Pêşmergeyên sax man jî radestî dewleta Tirk tên kirin. Demeke dirêj di zindanên Tirkan de dimînin.

Di Şerê Kendavê yê yekemîn de ku di salên 1990'î de dest pê kir, hikumeta Seddam derbe xwar û rastî cezayên navneteweyî hat. Di bin kontrol û parastina Amerîka û hêzên koalîsyonê de herêma Başûrê Kurdistanê xweserî bi dest xist. PDK û tevegrên din ên Kurdan ên ji Îranê vegeriyan û valahiya deshilatdariyê dagirtin, lê nekarîn li hev bikin ku desthilatê parve bikin.

Di sala 1992'yan de li dijî PKK’ê û dûre şerê navxweyî yê PDK-YNK'ê (Birakujî) bû sedem ku Kurd bêhtir xwe bispêrin hêzên dagirker. Berdêla şerê îxanetê pir giran bû. Piştî van hemû rûdanan, yekitiya neteweyî tu carî pêk nehat û welat azad nebû.

Serokê PDK’ê û serokê eşîrê Mesûd Barzanî digot “Şoreşa Îlonê mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî ye ku li seranserê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên neteweyî û medenî yên gelê Kurdistanê bi serpereştiya Barzaniyê Nemir dest pê kiriye.” Tu îtiraza me ji gotina wî re tune ye, lê rastî û tiştên ku qewimîn, ne ev in. Em li dijî gotina “Biryardariya li dijî zilm û dagirkeriyê di têkoşîna siyasî, ramanî û civakî ya gelê Kurdistanê de bingeheke xurt ava kiriye” îtiraz dikin. Xwe diavêje hembêza dagirkeran û alîkariya dagirkirina Başûr dike û bi vê yekê dikeve nava nakokiyê.  Mirov hem zilmê li her kesî bike hem jî li dijî zilmê bisekine, ev her du li hev nayên. Qet nebe ev gotin û tiştên îro dikin, li hev nayên.

Bendewariya Kurdan ji PDK’ê û Barzaniyan ew e ku qet nebe li gorî giyanê şoreşa ku jê re dibêjin “Şoreşa Îlonê” tev bigerin.

ANHA