Mîhrîcana 3'yemîn a Şehîd Stêrvan li Kobanê dest pê kir

Bi diruşma " Bi rengên jina ciwan em ê şoreşa çandê geş bikin", Mîhrîcana 3'yemîn a Şehîd Stêrvan li bajarê Kobanê dest pê kir.

Mîhrîcana 3'yemîn a Şehîd Stêrvan li Kobanê dest pê kir
Mîhrîcana 3'yemîn a Şehîd Stêrvan li Kobanê dest pê kir
Mîhrîcana 3'yemîn a Şehîd Stêrvan li Kobanê dest pê kir
Mîhrîcana 3'yemîn a Şehîd Stêrvan li Kobanê dest pê kir
Mîhrîcana 3'yemîn a Şehîd Stêrvan li Kobanê dest pê kir
Mîhrîcana 3'yemîn a Şehîd Stêrvan li Kobanê dest pê kir
16 îlon, 2021   18:32
KOBANÊ

Mîhrîcan ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Firatê li daristanekê li bajarê Kobanê dest pê kir.

/ar/uploads/files/2021/09/16/180205_mzkyn-khlyl.webp

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mezgîn Xelîl axivî û got: "Bi rihê berxwedana Kobanê em vê mîhrîcanê li hemû şehîdan pîroz dikin û dibêjin, faşîzma Tirk her çiqasî êrişên xwe li ser Kurdistanê zêde bike em ê asta têkoşînê bilind bikin heya serkeftinê bi dest bixin."

Mizgîn bal kişand ser berxwedana jinan a li hemberî dagirkerî û faşîzmê û destnîşan kir ku jina Kurd ji bingehê ramanê rêber Abdullah Ocalan tê dikoşe û bi rihê jin û ciwanan dê serkeftin a gelê Kurd be.

/ar/uploads/files/2021/09/16/180148_alam-ghzal.webp

Dayika şehîd Destîna Fîras Kobanê, Xezale jî mîhrîcan li hemûyan pîroz kir û berxwedana gerîla silav kir.

Qada mîhrîcanê bi wêneyên şehîdan hate xemildan, her wiha pêşangeheke pirtûkan hate vekirin, alavên kevn ku jinên Kurd bi kar dianên û xwarinên gelerî hatin pêşandan.

Di mîhrîcanê de, koma stranan a girêdayî Hîlala Zêrîn û hunermend Lêgerîn stran. Paşê koma zarokan a girêdayî navçenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido govendên folklorî yên kurdî pêşkêş kirin.

Her wiha Koma Şehîd Stêrvan şanoyeke li ser berxwedana gerîlayên YJA Starê pêşkêş kir, koma stranan a Hîlala Zêrîn a ji Şehbayê û koma Hîlala Zêrîn a govendê berhemên xwe pêşkêş kirin. Di dawiyê de Koma Botan a girêdayê navenda Baqî Xido stran.

Mîhrîcan wê du rojan berdewam bike û dê sibe çalakiyên werzîşê werin lidarxistin.

ANHA