​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gundewarên Minbicê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um Edesê û Farat ên gundewarên bakurê Minbicê topbaran dikin.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gundewarên Minbicê topbaran dike
15 îlon, 2021   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker vê êvarê gundên Um Edesê û Farat yên gundewarên bakurê Minbicê topbaran dikin.

Heta niha gelek top li wan gundan ketine lê agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatine bidestxistin.

(şx)

ANHA