Li Dêrazorê bi dirûşma "Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike" çalakiya konvedanê li dar ket

Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Xeta Rojavayê Gundewarê Dêrazorê bi dirûşma "Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike" çalakiya konvedanê li dar xist û bang li civata navneteweyî kir ku li ser asta siyasî Rêveberiya Xweser nas bike.

Li Dêrazorê bi dirûşma "Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike" çalakiya konvedanê li dar ket
Li Dêrazorê bi dirûşma "Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike" çalakiya konvedanê li dar ket
Li Dêrazorê bi dirûşma "Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike" çalakiya konvedanê li dar ket
Li Dêrazorê bi dirûşma "Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike" çalakiya konvedanê li dar ket
15 îlon, 2021   16:57
DÊRAZOR

Çalakiya konvedanê bi dirûşma "Rêveberiya Xweser nûnertiya min dike" li herêma Hemar El-Elî ya xeta rojavayê gundewarê Dêrazorê hat lidarxistin. Bi dehan welatî, rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endamê Meclisa Gundê Hemar El-Elî Omer El-Elî axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Îro bi dirûşma `Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike`, em li vir civiyan, da ku em hevgirtina xwe ya bi projeya xwe ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re piştrast bikin. Ji ber ku baweriya me pê heye. Her wiha da ku em bang li civata navneteweyî bikin ku bi rêya naskirina rêveberiya me ya xweser, bi awayekî fermî û li ser asta siyasî vîna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike. Da ku em karibin bi awayekî aktîf beşdarî veguhestina Sûriyê ya ber bi sîstema demokratîk û nenavendî ve bibin."

Paşê endama Rêveberiya Komîteya Werzîşê û Ciwanan a gundewarê Dêrazorê Bidûr El-Hecir axivî û got: "Rêveberiya Xweser di birêvebirina civakê de roleke pêşeng da ciwanan û di lidarxistina çalakiyên xwe de piştgiriya me kir. Ew bi xwe nûnertiya ciwanan dike ji ber wê em bang dikin ku Rêveberiya Xweser li ser asta siyasî were naskirin."

(eh)

ANHA