Li Girkê Legê jinek hat kuştin

Li gundekî herêma Aliya ya navçeya Girkê Legê zilamekî, xwişka xwe ya 21 salî kuşt.

Li Girkê Legê jinek hat kuştin
15 îlon, 2021   15:02
QAMIŞLO

Îro li gundê Sermisaxa Jorîn kesê bi navê Qehraman Ebdurehman bi guleyekê xwişka xwe Dîlan kuşt.

Li gorî çavkaniyên ji gund, malbatê, Dîlan bi zorê bi pismamê wê re zewicandine. Ruxmî ku Dîlan ev zewac red kir û paşê pirsgirêk di navbera wê û hevserê wê de derdikevin. Dîlan ji ber wê ji mal direve û diçe mala malbata xwe û berdanê dixwaze. Lê birayê wê li dijî wê derdikeve û wê dikuje.

Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeya Girkê Legê mudaxele kir û lêpirsîn vekir.

(şx)

ANHA