Sivîlekî ji gundê Birîmce yê Efrînê du car in tê revandin

MÎT`a Tirk li Efrîna dagirkirî bi bihaneyên bê bingeh ev du car in sivîlekî ji gundê Birîmce direvîne. Kesê revandî birin cihekî ne diyar.

Sivîlekî ji gundê Birîmce yê Efrînê du car in tê revandin
15 îlon, 2021   11:18
 ŞEHBA

Çavkaniyekî ji Efrîna dagirkirî ragihand ku îstixbarata Tirk (MÎT) welatiyê bi navê Şiyar Fadil Elî yê ji gundê Birîmce yê girêdayî navçeya Mabata duh di saet 5:00`an piştî nîvro de, revand û bir cihekî ne diyar.

Çavkanî destnîşan kir ku Şiyar Elî berê jî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû revandin û piştî ku pere dabûn, hatibû berdan.

Di meha Îlonê de nêzî 10 sivîlên ji gundê Birîmce hatine revandin, di nava wan de  keça bi navê Dilyar Mihemed Osman a 20 salî jî heye.

(cx)

ANHA